Sendîkeya Rojnamevanan spasiya Qubad Talebanî kir

Kurdistan 03:54 PM - 2021-11-25

Ji bo azadkirina rojnamevanên girtî, Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê spasiya Talebanî kir.
Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê şaxê Silêmaniyê îro roja pêncşemê 25-11-2021`an, ji bo pejirandina daxwaznameya Sendîkayê ya derbarê berdana ew rojnamevanên ku di xwepêşandanan de hatibûn destgîîrkirin, spasiya cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî kir.

Di belavokekê de ku PUKmedia`yê wêneyek jê girtiye têde hatiye ku cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi awayekî rastexw destêwerdana berdana wan rojnamevanan kir ku di heyama xwepêşandanên xwendekaran de hatibûn girtin.

Her weha di wê belavokê de, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ji ber erkên mezin ê cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, spas û pêzanîna xwe araste kirin û hêvî xwestin ku ew hevrêzî û hemahengî ji bo dirêjpêderiya peywendiyan hebe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket