Şerê hêzên Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk didome

Cîhan 12:51 PM - 2021-11-25

Hêzên hikûmeta Şamê îro gelek bajarokên li gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin, her wiha çeteyan jî baregehên hêzên hikûmeta Şamê yên li gundewarên Heleb û Idlibê kirin hedef.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), hêzên Sûriyê bi moşekan herêmên Filêfil, Fitêra û Sefhon ên çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê topbaran kirin, her wiha bi çekên giran eniyên El-Meşerî yên Sehl Xab a li bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk jî baregehên hêzan yên li eniyên şer ên li rojavayê Helebê bi moşekan topbaran kirin.

PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket