Serokkomar: Aramî û Ewlekariya Êraqê beşeke bingehîn a aramiya navçeyê ye

Êraq 12:46 PM - 2021-11-25

Serokkomarê Êraqê D.Berhem Salih îro Pêncşemê 25-11-2021`an li qesra Selam ya li Bexdadê pêşwazî li balyozê Rûsî li Êraqê Elbrus Kutrashev kir.

Di hevdîtinê de peywendiyên di navbera her du welatan û rêyên pêşxistina wan di hemû waran de û girîngiya xurtkirina hevkariyên di warê ewlekarî û berevaniyê de û herwiha pêdaçûn li ser hevkariyên bazirganî, aborî û çandî yên bi awayekî ku bigihêje asta herî jor, li gor berjewendiyên hevpar ên her du gelên dost hatin gotûbêj kirin.
Herweha rewşa navçeyê jî hat gotûbêjkirin û Serok Berhem Salih tekez li ser wê yekê kir ku herêm rûbirûyê çendîn kêşeyan bûye û divê kar ji bo derbaskirina nakokiyan û kêmkirina hevsengiyan bi rêya diyalogê bê kirin û amaje bi wê yekê jî kir ku vebûna Êraqê ji derdora xwe re, bi armanca yekxistina ewlehî û aramiyê ye. ku aramî, ewlehî û serweriya Êraqê beşeke bingehîn a ewlehî û aştiya navçeyê ye ku nayê perçekirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket