Hişyariya navdewletî li ser qeyrana çavkaniyên avê li Êraqê

Êraq 10:58 AM - 2021-11-25

Banka Cîhanî got ku dibe ku Êraq heta sala 2050 ji ber guherîna avhûbayê ji sedî 20 kêm bibe di çavkaniyên avê de û li ser wê yekê hişyarî da.

Dosyaya avê pirsgirêkeke sereke ye li vî welatî ku 40 milyon kes têde hene û ji aliyê çavkaniyên petrolê ve dewlemend e, lê rûbirûyê kirîza giran a elektirîkê ye ku ji ber hişkesaliyên dijwar û kêmbûna rêjeya baranê.
Di vê çarçovê de, Saroj Komar, Rêveberê Herêmî yê Dezgeha Meşreqê li Banka Cîhanî, di daxuyaniyekê de ligel raporteke nû got: “Bêyî wergirtina tedbîran, astengiyên di sektora avê de dê bibe sedema ziyanên mezin li ser gelek beşên aborî, herweha dê bandorê li ser gelek pêdiviyên din jî bike.
Raportê hişyarî da ku "heta sala 2050, zêdebûna pileyên germê û kêmbûna baranbarînê 10% wê bibe sedema kêmbûna 20% ji çavkaniyên avê li Êraqê  û wê bibe sedema koçkirinê.

PUKmedia /Ajansan 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket