Komîsyon: Daxuyaniyên Plasschaert rastbûna hilbijartinan piştrast dike

Êraq 11:05 AM - 2021-11-24

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan piştrast kir ku ew tişta ku nûnera sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Êraqê Jeanine Plasschaert li pêşberî Encûmena Ewlekariya Navdewletî derbarê hilbijartinên Êraqê de axivî, paqijiya hilbijartinên Cotmehê piştrast dike.

Endamê tîma medyayî ya Komisyonê Îmad Cemîl di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Tişta ku nûnera Neteweyên Yekbûyî li Êraqê li pêşberî Encûmena Ewlekariya Navdewletî de anî ziman, piştrastkirina paqijiya hilbijartinan dike. "
Îmad bal kişand ser wê yekê ku "komîsyon dê dest bi jimartin û veqetandina stasyonên li Bexdad, Necef, Mesne û Nînewa bike, û tekez kir ku "pêncşema bê dawîya proseya jmartinê ye.

PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket