Malbenda 1 ya YNKê piştgiriya daxwazên xwendekaran kir

Kurdistan 07:45 PM - 2021-11-23

 Malbenda 1 ya YNKê li Silêmaniyê piştgiriya xwe ji bo daxwazên xwendekaran kir.

Peyvdarê malbenda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li Silêmaniyê ragihand ku ew bi daxwazên xwendekaran ên rewa re ne.
Îro roja sêşemê 23-11-2021`an peyvdarê malbenda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê  li Silêmaniyê Cebar Faris ragihand;"YNKê piştgiriya daxwazên rewa ên xwepêşanderên xwendekar dike û daxwaz kir ku xwepêşandanên aştiyane û dûr li tunnd û tîjiyê bikin."

Aşkire kir ku YNKê ji roja avakirin û damezrandinê ve her li gel daxwazên gelê xwe hêmin û aram bû. di destpêka hatina xwendekaran li pêş malbenda 1 li Silêmaniyê û daxwaznameya xwe pêşkêş kirin., lê jhinek tevlîhev hebûn ku xwestin kaxezan tevlîhev bikin û riya xwepêşandana aştiyane veguhrînin bo tundûtîjiyê. Gelek spas ji Xwedê re ku ti ziyanên canî rûnedan û em bihêvî ne ku bi awayekî aram û aştiyane û şarestaniyet daxwazên xwe bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket