Qubad Talebanî: Em soza dilsoziya xwe ji şehîdan re nû dikin

Kurdistan 10:05 PM - 2021-11-21

Îro yekşemî 21.11.2021 Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya Roja Şehîdên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê peyamek belav kir.

Di peyama Qubad Talebanî de wiha hatiye gotin: Roja şehîdên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, roja serbilindî û bîranîna qurbanîdana kurên me ye ji bo yekkirina azadî û rizgariyê, roja ku em tê de bîranîna bi hezaran şehîdan bi bîr tînin. Şehîdên ku ji bo parastina axê xwîna xwe dane.
Got jî: Di roja şehîdbûna Yekîtiya Niştimanî de, mezarên şehîdên me nasnameya me ya herî mezine û di vê rojê de em peyman û dilsoziya xwe nû dikin ku em ê destkeftên xwe biparêzin û ji bo jiyaneke xweş ji malbatên şehîdan re kar bikin.
Qubad Talebanî got: Di vê roja tiji şanazî de û bi nûkirina serdema bihêzkirina refên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, em radigihînin ku her kes li pêşiya derfeteke dîrokî ye ji bo vegerandina baweriya gelê me, bi taybetî di qonaxa piştî hilbijartinan de .

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket