Li Xaneqînê roja şehîdbûna Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hat bibîranîn

Kurdistan 09:48 PM - 2021-11-21

Îro yekşemê li bajarê Xaneqînê bi amadebûna hejmareke mezin ji berpirsên hizbî û girseya berfereh ya malbatên şehîdan, bi boneya roja şehîdên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê merasîmên bi heybet birêve çû.

Berpirsê Navenda Rêxistinên Xaneqînê yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Hêriş Hebîb di axaftina xwe ya di biryarnameyê de ragihand ku Yekîtiya Niştimanî sembola pêşkêşkirina qurbanî û şehîdan ji bo bidestxistina armancên rewa yên gelê me ye.
Got jî: Em soza xwe di vê salrojê de nû dikin ku emê li ser soza xwe ya rêzgirtin ji şehîdên Yekîtiya Niştîmanî li hemû deverên cîhanê û herwiha hilgirtina xemên xwedian û malbatên şehîdan û hemû hewldan ji bo bidestxistina hêviyên şehîdan bên kirin. Em soza şopandina rêya serok Mam Celal û rêya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê nû dikin.


PUKmdia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket