Helebçe roja şehîdbûna Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bibîr anî

Kurdistan 12:15 PM - 2021-11-21

Bi amadebûna hijmareke mezin ji berpirsên hizbî û hikûmî û kombûneke mezin a malbatên şehîdan, parêzgeha Helebçe bi merasimên bi heybet bi boneya roja şehîdên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê vejiya.

Endama Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Heme Heme Seîd di wê merasimê de ragihand: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê her sal roja 21- 11 wek roja şehîdan hilbijart ji ber ku hevdem bû ligel şehîdbûna şehîdên pêşeng, Şehab, Cefer û Enwer tê.
Got jî: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di meşa bizava rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de, ji têkoşîna çiyayan heta şerê bajaran, azadkirina Kurdistanê, rûbirûbûna rêxistina terorîst a DAIŞê û parastina wê, 26 hezar şehîd pêşkêş kir.
Wî berdewam kir: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê navê Partiya Şehîdan radike ji ber ku li hemû perçe, navçe û bajarên Kurdistanê ji Zaxo heta Xaneqînê şehîd dane û hertim li pêşiya têkoşîn û bersivdayînê bû.
Seîd got: Îro li Helebçe em pêzanîn û rêz û hurmeta xwe ji bo şehîdên xwe radigihînin û gelek pêzanînên xwe jî ji bo malbatên wan re dikin.


PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket