Polîtburoya Yan bi boneya Roja Şehîd Yekîtiya Nîştimanî
Kurdistan 09:46 AM - 2021-11-21
Buroya Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bi boneya roja şehîdên Yekêtî daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir ku roja şehîdan ya Yekîtiya Niştimaniî roja pêzanîn û bexwedana malbatên şehîdan e. Metna daxuyaniyê wiha ye:
Meşa dirêj a têkoşîna gelê me bi fedekarî û qurbaniyê tijî ye, di vê meşa dirêj de têkoşîna bi dehan salan ji bo Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê para şêrê digre. , di nav yekîtî de şehîd lutkeya şanaziyê û serbilindiyê û qurbaniyê ye , îro 21-11 roja şehîdên yekîtî ye.
Ev roj rojeke sembolîk û sernavê pêşengên şehîdan tê hesibandin, ji ber ku roja dastana sê alî ye (kêm bijî lê biserbilindî), roja îdamkirina şehîdên Şehab, Enwer û Cefer e.
Tomara meşa 46 salî ya Yekîtiya Nîştimanî û şoreşa nû ya gelê me tomareke giştî ya Kurdî ye ku nexşeya hemû welat ji başûr heta bakur, ji Badînan heta bi Soran û heta ji hemû parçeyan derbas dibe.
Ev qehreman ji şehîdên naskirî û yên ku gorên wan ne diyar an jî li xirbetiyê hatine veşartin , bînerên şihadeta têkoşîna giştî di hemû qonaxan de ne, ji destpêka têkoşîn berxwedanê heya têkoşîna dawî ya li dijî terorê li Êraqê ne.
Di vê qeyda tijî destkeftiyên Kurdan de, para hemû pêkhat û beşên civaka Kurd hebû: şehîdên pêşeng û şehîdên jin û keçên rêxistinan, şehîdên têkoşîna pîşeyî ya kedkar, karker, xwendekar û ciwan, şehîdên bidarvekirina komî di zindanên Baas de li Mûsil, Kerkûk û Bexdadê, qurbanî û şehîdên bêguneh ên tawanên Enfalê û bombekirina kîmyawî, erebkirin, derkirin, ev hemû jî vegotina çîrokên bilindî, berxwedan û berxwedana gelê me ye.
Roja şehîdên Yekîtiya Nîştimanî roja pesnkirin û sipasiya berxwedana malbatên şehîdan, dayîk, bav, keç, kur, xwişk, bira û neviyên şehîdan e ku erkê Yekîtiya Niştimanî û Hikûmeta Herêmê ye. divê ku bêhtir xizmeta wan bê kirin û û girîngiyê bidne wan ji ber ku zarokên wan şehîdan mezin bûne û niha li nav dezgehên hikûmî erkên xwe pêk tînin, ev ji bi parastina maf û navên şehîdan hêzake çalak in.
Roja Şehîdên Yekîtiya Nîştimanî derfeteke mezin e ji bo aktîvkirina têkoşîna rewa ya Yekîtiya Niştimanî û gelê me ji bo misogerkirina mafên xwe bi riya azadî, dadmendî û demokrasiyê, roja pêdaçûn û paqijkirina têkoşîna federalî bi armanca bidestxistina destkeftiyên ku şehîdên me xwîna xwe feda kirine û li hember vîna herî bilind ji bo bidestxistina wan mafan canê xwe feda kirine.
Politburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19