Talebanî: Roja Şehîd a YNK roj dilsozî û pabendbûn bi rêya xwîna şehîdan e

Kurdistan 09:43 AM - 2021-11-21

Bafil Celal Talebanî bi boneya roja şehîdên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê peyamek belav kir û ev naveroka wê ye:

Roja şehîdên Yekîtiya Nîştimanî ji bo me roja dilsozî û pabendbûn bi rêya xwîna şehîdan e.
 Li hemberî vê şanaziyê û bi ramaneke kûr em ber bi paşerojeke geş gavan diavêjin û em ê meyla birêxistinkirina jiyana hizbî ku girêdayî vê serbilindiyê ye bidomînin.û emê li pêşa gelê xwe sond bixwin em ê li hember vê berpirsyartiyê dilsoz bin.
Ji bo vê qonaxê û qonaxên dahatû ku berhema têkoşîna çekdarî ya dijwar, siyasî û dîplomatîk e, û ev yek jî di avakirina yekitiya rêveberiya Herêma Kurdistanê de, ku tê para Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, şervan û şehîdên wê hebûn, bi ser ket ji ber vê yekê Yekîtiya Niştîmanî partiya serkeftinê ye.

Partî dest ji têkoşîna xwe ya nûjen a demokratîk, parlemanî û netewî di çarçeweya Herêm û Êraqê  de bernade, heta ku gelê me bigihe mafên xwe û jiyaneke layîq ji girseyên gelê me re misoger bike û ev armanc bi piştgiriyê pêk were.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket