Zêdetirî 37 hezar pêketiyên nuh li Rûsyayê

Êraq 12:46 PM - 2021-11-20

Di roja duyemîn de li ser hev, rayedarên tenduristiyê yên Rûsyayê zêdetirî 37,000 pêketiyên korone vîrusê tomar kirin, di heman demê de jimara miriyan heta niha wek xwe ye zêdetirî 1,250 kes in.

Odeya operasyonê ya ji bo rûbirûbûna belavbûna vîrusa korona li Rûsyayê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 37,120 pêketiyên nuh hatin tomar kirin, li gorî roja borî 37,156 pêket bûn.
Hejmara herî mezin a pêketan li paytext Moskow (3,239 ),û duyemîn bajarê herî mezin ê welêt, Saint Petersburg (2,637),her weha herêma Moskowê (1885 bûyer), herêma Samara (1,762 bûyer) û Herêma Krasnodar (997 pêket ).  jimara miriyan 1254 kes in.

Li welêt ji duh ve 36 hezar û 172 kes ji vîrusê sax bûne . Ji destpêka derketina vîrusê heya niha li welêt 9,294,188 pêket tomar kirine, di nav de 262,843 mirin û 7,992,426 sax bûn.
Zêdetirî 66.4 mîlyon yekem derziyê vaksînê wergirtine, û zêdetirî 58.7 mîlyon ji wan herdu derzî wergirtine û asta parastinê li welat tê texmîn kirin ku 50,2%.

PUKmedia/ Ajansan


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket