Tirkiye hunermendekî Serêkaniyê girt

Wêje û Huner 12:08 PM - 2021-11-18

Karbidestên Tirk îro Çarşemê hunermendê Sûrî Omer Silêman li bajarê Rihayê li bakurê Kurdistanê girtin.

Mihemed Silêman, kurê hunermendê Sûrî Omer Silêman (ku erebe ji bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye), got ku bavê wî roja Çarşemê ji mala xwe Tirkiyê li Orfa hat girtin û ji bo lêkolînê birin.
Ji aliyê xwe ve hunermendê Kurd Cabir Sûrkî girtina hunermend Omer Silêman ji aliyê polîsên Tirkiyê ve wek durûtî bi nav kir.
Di hevpeyvînekê de ligel PUKmedia`yê, Surkî got ku Omer Silêman hunermendekî navdar e û ji  stranên bi zaravayên erebî yên cuda cuda pêşkêş dike di gel yên kurdî .
Surkî bang li rayedarên Tirk kir ku hunermend Omer Silêman serbest berdin, ji ber ku ew hunermend ne girêdayî ti partiyeke siyasî ye, tenê peyameke hunerî dide ji ber tiştek nîne ku li ser were girtin.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket