15 welat beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê dibin

Kurdistan 11:27 AM - 2021-11-18

Biryare îro Pênşemî 18/11/2021 bi beşdariya nêzîkî 15 welatên herêmî û erebî, çalakiyên pêşangeha navdewletî ya pirtûkan a Silêmaniyê di sêyemîn dewreya xwe de birêve biçe.

Rêvebirê Pêwendî û Ragihandinê li Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê Dr Şewqî Omer di hevpeyvînekê de ligel PUKmedia`yê ragihand ku ev pêşangeh dê îro vebe û heta 27 Mijdarê berdewam bike, amaje bi wê yekê jî kir ku merasîma vekirinê dê bi amadebûna wezîrê rewşenbîrî û Ciwanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Silêmaniyê û Wezîrên Perwerde û Perwerdeyê, rêveberên giştî, serokên odeyên bazirganî û hejmarek rewşenbîr û xwendevan bê lidarxistin.

Herweha 200 heta 300 weşanxaneyên xwecihî, herêmî û erebî ji 15 welatan kir wê di pêşangehê de beşdar bin digel yên Êraqî û Kurdî jî, di pêşangehê de tedbîrên tenduristî hatine standin û welatî bi pabendbûn beşdar dibin.

PUKmedia taybet
 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket