Salvegera 21`mîn a koça dawî ya Ehmed Kaya

Tarawgeh 03:07 PM - 2021-11-16

Salvegera 21`mîn a koça dawî ya hunermendê kurd ê naskirî û navdar Ehmed Kaya ye.
Îro sêşem roja 16-11-2021`an, 21`mîn salvegera koça dawî ya hunermendê navdar û jêhatî ku hemû gelên Tirkiyê li xwe digirt nemir Ehmed Kaya ye.
Hunermendê navdar û naskirî yê Kurd nemir Ehmed Kaya, di roja 16 Mijdarê ya sala 2000`an de, li bajarê Parîsê Paytexta Fransayê koça dawî kir.
Her wehan wek tê zanîn ku hunermendê dengxweş û kurdperwer Ehmed Kaya  di dema ku dest bi amadekirina ahengekî dikir, di heman demê de, li bajarê Parîzsê paytexta Firansayê ji ber kirîza dil, jiyana xwe ji dest da ye, her weha di hundirî goristana kesayetî û Navdarên Parîsê bi axê hate spartin.
Hêjayî gotinê ye ku hunermend Kaya di sala 1958`an de, li bajarê Melatiyê ya Bakurê Kurdistanê hatiye dinê, bi sedema neliheviya rewşa jiyanî ya malbata Kaya, neçar dibin ku ber bi bajarê Stanbolê koç bikin û li wir roj bi roj di nava kultûra tirkî de hate naskirin û stranbêjekî gelek jêhat û li ber çav bû. Di asta Tirkiyê de, wek yekem huneremndê bilîmet û bihêz bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket