Dildarê Ey Reqîb (1918- 1948 )
Kurdistan 04:19 PM - 2021-11-14
Dildarê helbestvan 73 a koça dawî ye (1918- 1948 )
Îro roja 13-11-2021, ku 70` mîn salvegera koça dawî ya helbestvanê navdarê kurd Yunis Mela Reuf ku bi - DLDAR- tê naskirin 1918-1948...xudanê helbesta pir naskirî ya neteweyî kurdî (EY REQÎB) e...
Ev jî helbesta wî ya ku bû bi merşa netewî ya kurdî li Kurdistan û cîhanê.
Ey reqîb her maye qewmê kurd ziman
Naşikê û danayê bi topê zeman.
Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevê ala kurdan.
Em xortên rengê sor û şoreşin
Seyr bike xwîna dîyan me da rijand.
Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevê ala kurdan.
Em xortên Medya û Keyxusrewin
Dîn îman û ayîman, her niştiman.
Dîn îman û ayîman, kurd û Kurdistan.
Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevê ala kurdan.
Lawê kurd rabûye ser pê wek şêran
Ta bixwîn nexşîn bike tacî jiyan.
Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevê ala kurdan.
Xortên nûh tev hazir û amade ne
Can fîda ne can fîda, her can fîda.
Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevê ala kurdan.
****
Ey Reqîb bi zeraveya Soranî...
Ey reqîb her mawe qewmî kurdziman,
nayşikênê danerî topî zeman.
Kes nelê kurd mirdu we, kurd zîndu we,
zîndu we qet nanewê alakeman.
Lawî kurd hestaye ser pê wek dilêr,
ta be xwên nexşî bika tacî jiyan.
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zîndu we,
zîndu we qet nanewê allakeman.
Ême roley Mîdya û Keyxusrew în,
dînman, ayînman her nîştiman
Kes nelê kurd mirdu we, kurd zîndu we,
zîndu we qet nanewê alakeman.
Ême roley rengî sûr û şoriş în,
seyrî ke, xwênawî ye rabirdûman.
Kes nelê kurd mirdu we, kurd zîndu we,
zîndu we qet nanewê alakeman.
Lawî kurdî hazir û amade ye,
giyanfîda ye, gyanfîda ye, gyanfîda.
Kes nelê kurd mirdu we, kurd zîndu we,
zîndu we qet nanewê alakeman.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19