Maratona di salvegera damezrandina Silêmaniyê de dest pê dike

Werzêş 12:15 PM - 2021-11-14

Îro danê sibê bi boneya 237 saliya damezrandina bajarê Silêmaniyê, paytexta çandî ya Herêma Kurdistanê maratonek hat destpêkirin û beşdarekî bajarê Duhokê pileya yekem di maratonê de bi dest xist.

Ev maraton bi boneya damezrandina Silêmaniyê û ji bo rêzgirtin ji sê helbestvanên Kurd (Mewlewî, Pîremêrd , Salim) tê.
Ciwanê gundê (Kordbanî) yê devera (Kurant) a Duhokê Fetah Teymûr Goran pileya yekem bi dest xist.

Biryare îro li meydana El-Seray a bajarê Silêmaniyê ji aliyê Navenda 1 a Rêxistinên Silêmaniyê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Desteya Werzişî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û hejmarek ji kompanyayan ve, xelat li ser serkeftiyan were belavkirin.

PUKmedia- Herêz Cemal

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket