Li zanîngeh û peymangehên Kurdistanê 45 hezar xwendekar hatin pejirandin

Perwerde 12:17 PM - 2021-10-25

Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Duşemê encamên wergirtina xwendekaran li zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê ji bo sala xwendinê ya 2021-2022 ragihand.

Rêvebirê giştî yê perwerde û şopandina Wezareta Xwendina Bilind Xatîb Ehmed di kongirekî rojnamevanî de ku bi amadebûna PUKmedia`yê hat lidarxistin ragihand: Bi giştî hejmara xwendekarên ku qonaxa amadekariyê îsal li Herêma Kurdistanê derbas kirine 63 hezar û 324 xwendekar in. me bernameyeke berfireh amade kir ku hejmara herî zêde ya xwendekaran werbigrin.

Pilana wezaretê bûye sedema qebûlkirina daxwaznameyên 45 hezar û 218 xwendekar,destnîşan kir ku heya niha 43 hezar û 277 xwendekar hatine qebûl kirin û wê zêde bibin ji ber ku kursiyên taybet ji xwendekarên navçeyên qutkirî re jî hene.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket