Li Qereçoxê terorîstên DAÎŞê hatin armanc girtin

Êraq 05:41 PM - 2021-10-22

Şaneya ragihandinê ewlekariyê îro Înê ragihand ku li Çiyayê Qereçox li nêzîkî parêzgeha Hewlêrê, veşargeheke rêxistina terorîst a DAIŞê hatiye hedef girtin.

Şaneyê di daxuyaniyekê de got: Li ser bingeha agahdariya istixbaratî ya rast, hêzek hevbeş a îstîxbaratî karîbû barageheke nû ya terorîstan, li devera Çiyayê Qereçûg bike armanc,di encamê de çeteyek hatkuştin.
Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Komîteya Rêkxistinên Mexmûrê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Reşad Kelalî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Ev operasiyonên armanckirinê gelek girîng in ji bo sînordarkirina tevgerên rêxistina terorîst a DAIŞê li çiyayê Qereçox.
Ajame bi wê yekê kir ku Liv û tevgera terorîstan herî zêde di şevê de ye, lê hêzên ewlekarî çavdêrîya liv û tevgerên wan dikin û bi berdewamî wan dikin armanc.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket