Duyemîn civîna zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişloyê li dar ket

Perwerde 04:15 PM - 2021-10-22

Li Qamişloyê duyemîn civîna berfireh a zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nirxandina karên zanîngehan, gotûbêjkirina sîstema hundirîn û nêrîn û pêşniyaran ji bo avakirina sîstemeke baş a perwerdehiyê li dar ket.

Nûnerên 4 zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava-Kobanê-Efrîn-Rojhilat) û hevseroka Rêveberiya Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Doko beşdarî civînê bûn.

Civîn dê 2 rojan bidome. Di civînê de dê raporên zanîngehan û rêziknameya hundirîn bêne xwendin û nirxandin, her wiha beşdar dê gotûbêj bikin û nêrînên xwe ragihînin da ku bigihêjin sîstemeke perwerdeya akademîk ji zanîngehan re.

Di civînê de hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa got: "Tevî vekirina zanîngehan di şert û mercên dijwar û derfetên kêm de, îro bi rêjeyeke bilind xwendekar tên qeydkirin. Qet ne asayî bû ku em van zanîngehan vekin. Armanca me ya bingehîn ev e ku em bi ramaneke nû ya li ser bingeha azadî û demokrasiyê ku bingeha neteweya demokratîk e ku bi azadiya jinan bawer e û balê dikişîne ser pêwîstiya parastina hawîrdorê û zimanên din qebûl dike."

Têkildarî sîstema perwerdeyê li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rohan Mistefa diyar kir ku sîstema perwerdeyê ya li 4 zanîngehên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sîstema zanîngehên din ên li derveyî welat ku xizmeta hêzên desthilatdar dikin, cuda ye.

Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa û Ebdulîlah Mistefa, hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim û hevserokê Zanîngeha Rojhilat, Hesen El-Îsa, ji bo birêvebirina civînê hatin hilbijartin.

Piştre raporên her çar zanîngehan hatin xwendin û gotûbêjkirin.

PUKmedia/Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket