Qubad Talebanî: Divê hikûmeta dahatî daxwazên gelê Êraqê pêk bîne

Kurdistan 01:17 PM - 2021-10-22

Cîgirê Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad talebanî tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste hikûmeta bê ya Êraqê bi bandor be û nûneratiya daxwazên hemû gelên Êraqê bike.

Qubad Talebanî li ser rûpela xwe ya Facebookê got: Hikûmeta dahatî ya Êraqê divê karîger û xizmetkar be, ku nûneratiya daxwazên hemû pêkhateyan bike.
Amaje bi wê yekê jî kir ku di hevdîtinên me yên digel balyozên Brîtanya û Siwêdî  û berpirsê ofîsa Yekîtîya Ewrupa li Herêma Kurdistanê de, me got ku pêwîste aliyên serkeftî di hilbijartinan de diyalogê bi awayekî aştiyane bikin ji bo avakirina hikûmeta dahatî li Êraqê .
Di hevdîtinan de Talebanî daxwaza piştgirî û alîkarya Herêma Kurdistanê ji bo di pêşxistina pêveûya çeksaziyê de kir.

PUKmedia / Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket