Koçberî vegerandina 246 awareyan bo parêzgeha Nînewayê ragihand

Êraq 10:59 AM - 2021-10-22

Wezareta Koç û Koçberan vegera (246) koçberan ku (43) malbat in ji kampên Xazirê yê li rojhilatê Mûsilê bo deverên xwe li parêzgeha Nînewayê ragihand.

Rêveberê Giştî yê rêveberiya Karûbarên Şaxê li Wezareta Koç û Koçberan Elî Ebas Cihagîr got ku ev veger di çarçoveya plana awarte ya ku ji aliyê wezaretê ve hatiye birêkxistin ji bo vegerandina koçberan bi dilxwazî pêk hatiye.

Wî diyar kir: "Vegera malbatên aware piştî temamkirina pişkinîneke ewlekarî bi hemahengiya hêzên ewlekarî û hikûmetên xwecihî re hatiye, û ew bi hemû kelûpelên xwe ve hatin radestkirin bo cihên xwe yên resen ên niştecihbûnê, û bal kişand ser wê yekê ku wezaret berdewam e li vegerandina malbatan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket