Bafil Talebanî: Em hêvîdar in ku Kurd wek Eniya Niştimanî ya Kurdistanê biçin Bexdadê

Kurdistan 10:05 AM - 2021-10-22

Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî roja Pêncşem 21/10/2021, li Dabaşan  pêşwazî li Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê, Olivier Dekotini kir.

Di hevdîtinê de li ser dawîn pêşhatên siyasî û rewşa piştî hilbijartinan, hevserok amaje bi wê yekê kir ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dixwaze li ser bingeha ortaqiya nîştimanî û lihevhatinê  hikûmeta nû ya Federal ava bike, ku di xizmeta daxwazên hemû aliyan de be. di heman demê de, ku Yekîtiya Niştimanî dixwaze ku hikûmeta bê li gor asta daxwazên hemû pêkhateyan de be
 aramî û xizmetguzariyên zêdetir dabîn bike.

Bafel Talebanî got, "Em hêvîdar in ku Kurd bi yek tîmekê wek Eniya Niştimaniya Kurdistanê biçin Bexdayê û ji bo wê yekê jî em dest bi yekrêziya rêzan bikin û hêzên siyasî yên Kurdistanê li hev kom bikin". Her weha liser hevkariya zêdetir û xurtkirina pêwendiyn di nvbera herdu aliyn de li gor berjewendiyên gel pişt rast kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket