Talebanî bi şandeke Brîtanî re çend mijar gotûbêj dike

Kurdistan 10:03 AM - 2021-10-22

Cîgirê Serokê hikûneta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di gel balyozê Birîtanî li Êraqê Mark Bryson û şandek ji Konsulxaneya Brîtanya li Herêma Kurdistanê civiya.

Di civîna li bajarê Hewlêrê, pêşhatên dawî û îmkanên qonaxa piştî hilbijartinan hatin gotûbêjkirin û her du alî li ser pêwîstiya parastina  aramî û dabînkirina aştiya civakî bi beşdariya hemû aliyan li hikûmeta Federal li hev kirin.

Di beşeke din a civînê de, Qubad Talebanî bang li Brîtanyayê kir ku piştevaniyeke mezintir ji bo çaksaziyên Herêma Kurdistanê bike, şandê Brîtanî pabendbûna welatê xwe ji bo alîkariya hêzên ewlekariya Êraqê di nav de Pêşmerge, ji bo rûbirûbûna metirsiyên DAÎŞê û terorê bi giştî piştrast kir.

PUKmediaa

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket