Yekîtiya mamosteyan betalkirina dibistanan dûr xist

Perwerde 11:25 AM - 2021-10-20

Bi belavbûna nûçeyên rawestandina xwendinê li Herêma Kurdistanê ji ber rêjeya zêde yapêketiyên vîrûsa korone, Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê ev yek red kir û dûr xist.

Serokê şaxê Hewlêrê yê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê Îsa Hesen di daxuyaniyek taybetî de ji PUKmedia re got: Em rê nadin ku dibistan deriyên xwe li pêşiya xwendekaran bigrin, lê em ê di xirabtirîn reş de dewamê kêm bikin, bikin beş beş, destnîşan kir ku vaksîn lêdan û pabendbûn bi rênimayên tenduristiyê baştirîn çareseriye.

Amaje bi wê yekê jî kir ku ji 120 hezar mamosteyên Herêmê tenê 45 hezaran vaksîn wergirtine  û ev rêje gelkî kêm e. divê ku mamoste bi erkên xwe rabin û vaksînê lixwe bidin da ku ziyan neghêje piroseya xwendinê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket