Salvegera şehîdbûna 3 şoreşgerên Rojava ên YNKê

Kurdistan 03:28 PM - 2021-10-16

Salvegera şehîdbûna 3 şoreşger û serkirdeyên kurd ên Rojavayê Kurdistanê di nava rêzên YNKê li Hakarî de.

Di rojeke weke îro de 13/10 di sala1977an de 3 serkirdeyên Partiya Sosyalîst a Kurd li Sûriyê li devera Hekarî ya bakurê Kurdistanê tevlî refên pêşmergeyên YNKê bûn. Navên wan kesan, Xalid Xelîl ji gundê Basûtê yê Efrînê , Ezîz Çerkez û Hisên Ehmed ji Amûdê.
Piştî tevlîbûna wan ji refên pêşmergeyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê re, derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê devera Hakarî dibin ku li gel yekîneyeke Pêşmergeyan bi serleşkeriya şehîdê serkirde Hesen Kiwîstanî rastî êrîşa çekdarî tên û di encamê de şehîd dibin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket