Hewlêr; Di hotêlekê de du jinên Rojavayê Kurdistanê şewitîn

Kurdistan 03:26 PM - 2021-09-17

Li bajarê Hewlêrê di encama agirpêketina otêlekê, du jinên Rojavayê şewitîn.
Vê sibê înê li ser cadeya 30 metrî a bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê di encama şewtandina holtêla Ferîd de, du jinanê penaber ên Rojavayê Kurdistanê jiyan jidest dan.
Di wê barê de,  îro roja înê 17-2021`an li bajarê Hewlêrê 2 jin di hotêla Ferîd de hatin şewtandin. Di wê barê de, peyamnêrê me ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku vê sibê înê agirek bi otêla Ferîd a li taxa cadeya 30 metrî li bajarê Hewlêrê ket, di encama wê agirê de, du jinên penaber ên Rojavayê Kurdistanê jiyan jidest dan ku wek karmend di hotêlê de kar dikirin.
Her weha di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, peyamnêrê PUKmedia`yê li Hewlêrê aşkire kir ku tîmên bervaniya şarestaniyetê agir vemrandin û nîştecihên otêlê rizgar kirin û ji bilî şewtandina wan herdu jinên Rojavayê Kurdistanê, ziyanên madî gelek çêbûne.
PUKmedia-Serdan Mihemed

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket