Komîsyon pejirandina Eşwaq di hilbijartinan de betal kir

Kurdistan 11:35 AM - 2021-09-16

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan pejirandina namzeda jin a ji bo hilbijartinên pêşwext ku tê plankirin di 10ê Cotmehê de bên kirin, betal kir.

komîsyonê îro Pêncşemêdi belavokê xwe de ji berdevkê ragihandinê veguhast û got Encûmena Komisyonê biryar da ku pejirandina namzed (Eşwaq Fehed Ebod Gerîrî) betal bike, ji ber hebûna dozek tawanbar li dijî wê ji bo kirîna kertên dengdêran. sê roj li pêş wê hene ku li pêş Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan gilî bike.

Pisporê yasayî, Tariq Herb di daxuyaniyek taybetî de ji PUKmedia re got, ku gilînameya li dijî biryara Lijneya Komîsyaran li cem saziya dadweriya hilbijartinê ya Dadgeha Federalî ye û diyar kir ku qanûna Komîsyonê 3 roj dide ku ew gilî li biryarê bike û heger ew hat dûrxistinê dengê ku wê jêre werin di rojê hilbijartinê de wê neyên hesab.
Hêjayî gotinê ye ku Eşwaq Fehed Ebod Gerîrî namzedê lîsteya Hevpeymaniyê li parêzgeha Bexdadê  ye.

PUKmedia / Fayq Yêzîdî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket