Encûmena wezîran civînek li dar xist

Kurdistan 06:14 PM - 2021-09-15

Encûmena wezîran civînek li dar xist û têda gelek mijarên girîng û hestyar gotûbêj kir.
Îro roja çarşemê 15-9-2021`an li bajarê Hewlêrê payt5exta Herêma Kurdistanê di hola encûmena wezîran de, encûmena wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrur Barzanî û bi amadebûna cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî civînek li dar xist.

Serokwezîr daxwaz ji nûnerên Herêma Kurdistanê ên li Bexdadê kir ku bi van hilbijartinan berevanî li berjewendiyên giştî bikin û mafên gelê kurd û Kurdistanê û destkeftên wê biparêzin, pêwîste ku ew milmilaniyên ku hene û rikberiyên di navbera partiyan de hene, ji bo berevaniya li dozên nîştimanî û mafên gelê Kurdistanê be.

Di wê civînê de, daxwaz hat kirin ku hilbijartin bi awayekî aştiyane û naram birêve biçe û dûr bin ji nakokiyên ne rewa û hev biçûkkirin û hevêxistin tako ev hilbijartin di xizmeta berjewendiyên giştî ê gelê Kurdistanê de be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket