Rûsyayê li Idlibê nuqteyeke Tirkan bombebaran kir

Cîhan 12:47 PM - 2021-09-13

Balafirên şer ên Rûsyayê êrişî herêma derdora nuqteya çavdêriyê ya artêşa dewleta Tirkiyê li bajarokê Bare yê gundewarên başûrê Idlibê kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê derdora nuqteya çavdêriyê ya dewleta Tirk  yê çiyayê Zawiye ya li başûrê Idilbê bombebaran kir. Lê tu agahî derbarê ziyanê de nehatin bidestxistin.

SOHR’ê destnîşan kiribû ku hêzên hikûmeta Şamê ji aliyê bejahî ve gundewarên Hema û Idlibê topbaran kirin. Gelek moşek li deverên Xirbet El-Naqûs ên li Sehil El-Xab ên bakur rojavayê Hemayê, herêmên din ên Fitîrê, Filêfil, Bare, Kansefra û Bînîn ên çiyayê Zawiye yên li başûrê Idlibê ketine.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket