Di navbera Êran û Êraqê de vîze hat rakirin

Êraq 10:31 AM - 2021-09-13

Serokwezîrê Federal Mistefa Kazimî di gel serokê Êranê Ibrahîm Reîsî li ser rakirina vîzeyên beşdarbiyên serdana çileyê de di navbera Êran û Êraqê de lihev kirin.

Di heyama kongireya rojnamevanî de yê di navbera Kazimî û Reîsî li Tehranê ,serokê Êranê tekez kir ku Mistefa Kazimî razî bû ku hejmara serdanvanên çileya Êraniyan zêde bibe ,destnişan kir ku vîzedi navbera herdu dewletan de radibe.
Reîsî amaje bi wê yekê jî kir ku ew bi hêvî ne ku pêwendî û têkiliyên wan bi Êraqê re xurttir bibe , û herdu aliyan li ser dosyayên aborî û zêdekirina guherîna bazirganîiyê û dosyayên din ku pêwendiyên biratî bihêz dike gotûbêj kirin.

Kazimî di dawiyê de ji bo piştgiriya di şerê li dijî DAÎŞê spasiya Êranê kir ku di xuleka yekê de li pişt Êraqê bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket