Mîtanî di şevbiwêrkekê de...

Pirtûk 05:56 PM - 2021-09-06

Bi beşdariya nûnerinan ji Desteya Rêvebir a Yekîtiya  Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û endaminan wan  ji Tirbespiyê û Girkê legê û hijmarek ji rewşenbîrên rêxistinên siyasî û civakî  û sazînan û yên serbixwe, rewşenbîrên Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê  yên  Dêrikê ,li Navenda Diclê ya Çand û Hunerê şevbiwêrkek, li ser berhemên min li dar xistin
Tê de ez  li ser : Çima mim dîroka kurdî bijartiye û tê de bûme lêkolîner û nirxê wê dîrokê axivîm û wilo li ser naveroka wan hersê pirtûkên min ên ku Yekîtiya Rewşenbîrên Herêna Cizîn anîn û diyarî dane mihvanan jî bi kurtî axivîm.
Bi guftûgoyek û bi  nerînên  pir binirx û serkeftî ,şevbiwêrk bi dawî hat.
Bi dilekî germ spasiya wan tevan dikim.
 Bi raastî kombûn  û nerîna wan hemiwan bi wê helwesta wan  a piştgir ji xebata min û ji dîroka me ya kurdî re ,  ji min re bûne hêzeke zexim ku ez vîngeştir bibin, di xebata xwe de.
Lewra zor spas bo wan tevan ,rewşenbîrên Dêrka Hemko û Girkê legê û hevriyên me yên ji desteya me ya  rêvebir aYekîtiya  Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û ragihandina ANHA ,Diclafm û acansa Vedeng News û Vedenga Kurdî  ku wan ev çakakiya binirx, bi rengekî pir serkeftî pêk anîn.
Serkeftina mezintir a doza kurdî û şoreşa me ya Rojavayê Kurdistan û her çarvparçên Kurdistanê be .
Li gel rêz û silav

Biradost Mîtanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket