Lêvên Qelişî

Cînosayd 06:40 PM - 2021-08-30


Ji evîna demê ta...

Evîna  xemê....

Ji destanên  dîroka borî....

Ji qêrîna zarokên  horî....

Ji lorîna  jinên  aşûrî....

Ji lêvên qelişî, henes bi henes....

Ji hest û hestyarên jînê...

Dengê xum  xuma awrên reş û tarî

Li ser zemîna welatê rojê de

Mîna dengê roja rabûneê,

Dest bi barîna zîbikên

Yek – tonî dikin

Li ser...

Zarok û zîçên welatê me

Li ser....

Ax û hîmên me

Li ser...

Bax û daristanên  me

Li ser

Av u çemên me

Li ser....

Jîn u jîndarên me

Dengên şîq şîqa

...birûskan

...ba birûskan

...lehîyan

...bahozan

...tofanan

tev di nava xwezeyî ya

ci û warên me da...

Ma gelo ev çi rabûne....?

çuma her tişt li ser

Lêvên qelişî de tê...

Lêvên qelişî…

Bê av û bê nan dimîne

 

Ji çiya û newalên heyî

Ji kort û çalên heyî

Ji av û çemên heyî

Bi navê lêvên qelişî

Bang dikim...

Hawar dikim

Gazî dikim

Qêrîn dikim

Û dibêjim….

Êdî bes….

Bese nebarînin

Zibikên yek tonî

Bese xum xuma

Ewrên reş û tarî

 

Bese şîq şîqa ba biruskan

Bahozan…

Lehî û tofanên Tekder

Dengên berber

Bese nequrçînin

Gul û nêrgizan

Bese miçiqandina

Gol u çeman

Bese ser kot kirina

Lêdana dilan

êdî

Beseee...beseee...bese

 Hozan Murşid Efrînî

15-8-2003

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket