Kobanê; Komkujiyek pêkhat

Kurdistan 03:47 PM - 2021-08-30

Li bajarê Kobanê komkujiyeke bê wêne û pir hovane li dijî malbateke bê tawan pêkhat.

Îro roja duşemê 30-8-2021`an li bajarê Kobanê di taxa Botan a rojhilatê de, êrişeke bo ser mala Esaf Abas û hevjîna wî û zarokan ku bi kêr û esinan ew herdu kuştin û zarokê wan jî birîndar kirin.

Di heman êrişa terorîstî de, zarokê wan ê 8 salî jî bi giranî hate birînmdar kirin ku niha di nexweşxaneyeke bajarê Munbicê de tê derman kirin.
Li gorî jêderên agahdar ku Esaf Abas ji gundê Qicikê ye û bavê 5 zarokan e û temen 35 salî ye û dukanê wî ya guhertina peran heye, heya niha jî sedema wê tawanê nehatiye zelal kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket