Salvegera koçadawiya pêşmerge Cebar Ferman

Kurdistan 10:22 AM - 2021-08-09

Îro Duşemê salvegera koçadawiya têkoşer û fermandarê mezin,endamê buroya siyasî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Cebar Ferman ne ku di 9-8-2007 de ji ber nexweşiyê li bajarê Silêmaniyê jiyan ji dest dabû.

Di dema damezrandina YNK 1-6-1975 Ferman tevlî yekîtî bû û baska bingehîn yê partiyê damezrandin,piştre di 1976 `an de di gel hin hevalên xwe hatin girtin û cezaya bidarvekirinê lê xwestin ,lê di 1979 de di encama berxwedanê de serbest hate berdan.
Di şoreşa ku YNK destpêkiribû de xwedî rol bû û navê wî di nav pêşmergeyan de derketibû , sembola berxwedanê bû di oparesyonên Enfal û şerê kîmyawî de. Ji ber jêhatîbûna xwe ya leşkerî, ew di 1992 de wekî berpirsiyarê nivîsgeha leşkerî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hat destnîşankirin, û piştî hilbijartinên Gulan 1992 bû wezîrê pêşmerge li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştî wêpostên cude di hikûmetê de bidestxistibûn jê wezareta navxwe, perwede û şaredarî, di 1999 bû Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge. girîngî dida warên çandî û ciwanan de wek piştgiriya wî ji tîmên werzîşî û teknîkî ,bi hemû tiwanayê xwe doza kurdên Faylî parast û ji bo sivikkirina rewşa wan xwedî li wan derket û rêxistinek ji bo kêmendaman û nexweşxaneyek taybetî ji bo Pêşmerge û malbatên wan ava kir.
Cebar Ferman Elî Ekber di 28ê Hezîrana 1947an de li gundê Banmêlê yê bajarê Xaneqînê ji dayik bû, di 18ê Îlona 1954`an de, ew li Dibistana Seretayî ya Karîzê li gundê Karîzê yê Xaneqînê dest bi xwendinê kir û di sala 1960 de xwendina xwe ya seretayî heta xwendina xwe ya navîn qedand, ew ket peymangeha Mamosteyan li Baqobe . Ew wek mamoste li navçeya Buhrez li Diyala hat tayîn kirin

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket