Silêmanî; Yilmaz Gûney dibe sersurhênerê 8`mîn ya dinya yê

Rêportaj 05:53 PM - 2021-08-07

Projeya veberhemanîna di kerta sînema û Dirama de, careke din hunermend û derhêner û kurdperwer ê mezin Yilmaz Guney jidayîk dibe, lê vê carê ne li gundê Yenîce ya Adenê li Bakurê Kurdistanê ye, ew vê carê li Silêmaniyê payetexta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê jidayîk dibe û wê bibe bi 8`mîn sersurhênerê dinya yê.
Ew proje tenê ji bo vejandin û nasandina armancên Guney ye ku di hemû jiyana xwe de, tenê dixwest xizmet bi doza gelê xwe bike û doza gelê xwe bi her awayekî be, bike bi rewa û di hundir sazî û dezgehên navneteweyî de bike bi fermî û rewabûbna resen ji kar û xebatên netewî ê kurd re saz bike.
Îro jî em dibînin ku sînemakarekî kurd ê Silêmaniyê ku Xwediyê wê projeyê ye bi navê Hawar Mistefa Xan ku xwediyê bewarnameya Master derbarê Medya û Sênema li Qahîre, Misrê ye. Rêvebirê giştî yê Navenda Sînema û Rojnamevanî ya Bedirxan. Xwediyê Kompanya Hawarifilm PD ya veberhemanîn û belavkirina hunerî ye.
Li gorî Hawar Mistefa Xan ku di wê projeyê de, wê Wargeha Yilmaz Gûney ya Sînema û Geştyariyê bê avakirin. Ango wê bajareke girîng û sersurhêner bê avakirin û wê hemû xizmetên jiyanê tê de bê peyda kirin.
Lê di rastiyê de, wek ez jî baş agahdarî wê projeyê me, ku ew projeya tê wê watayê ku zîndîkirin û vejandina serkevtinên sînemakarê mezin ê kurd Yilmaz Guney li Silêmaniyê ye û nasandina rastiya kar û xebatên kultûrî û hunerî û rewşenbîrî ku yek ji armancên her girîng ê Yilmaz Guney bû, bi hemû sazî û dezgehên navneteweyî û bi taybet bi riya xelatkirina hunermendên navnetewî ên mezin û vexwendina wan ji Wargeha Yilmaz Guney re û di hemû yad û salvegerekê de, wê bi sedan kesayetî û hunermend û sîmnemakarên navdar ên navnetewî jî bêne Herêma Kurdistanê û di wargeha Yilmaz Guney de mêvan û beşdar bin.
Li gorî xwediyê projeyê Hawar Mistefa Xan ku armanca wî ji vê projeyê ew e ku wargeha Yilmaz Guney wê yekek be ji sersurhênerên dinyayê, ango wê bibe 8`mîn sersurhênerên dinyayê. Wê di nav wê peykerê Yilmaz Guney a bilind de ku hundir wê tev ude û hol û cihên rûniştin û xwerin û vexwerina qehwe û çayê be, wê rojane ne kêmtirî 500 kes bo 1000 kesî wê mêvanê peykerê bin.
Her weha dema ku sînemakarê kurd kak Hawar Mistefa Xan dest bi vê projeyê kir, wek ez têghîştim ku wê Silêmaniyê bihêztir û pêşketîtir bike ku çawa niha di hemû kongre û civînên navnetewî de, navê bajarê Silêmaniyê bi baştirîn an jî yek ji bajarên herî ku wêje û torevaniyê û kultûr û çandan diparêze ye, ev yek ji aliyê rêxistina YUNESKO (Rêxistina Hevotinî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî) ve hatibû destnîşan kirin.
Wek em hemû dizanin ku bajarê Silêmaniyê di hemû aliyan de girîngiya xwe taybet hebû ye, bo nimûne di serdema Babaniyan de ango di sala 1784`an de, Silêmabniyê hate damezrandin û wek paytexta Babbanan hat destnîşan kirin, her weha di serdema paşayetiya Şêx Mehmûd Berzencî de jî, ji bo paytexta paşayetiya Kurdistanê hat destnîşankirin û ji aliyê Ingilîzan ve jî hat naskirin û dan pê dan..
Her ji aliyê axa bi pît û zeviya herî girîng ji keştûkaliyê re, li parêzgeha Silêmaniyê du navçeyên herî girîng hene ku deşta Şarezûr û Bêtwînê jî hene ku yek ji navçeyên herî baş û bi bêr û pîte di rojhilata navîn de ye.
Hêjayî gotinê ye ku hunermend û derhêner û tekoşerû xebatkarê mezin ê kurd û Kurdistanê (Yilmaz Guney) di 1-4- 1937`an de li gundê Yenîce ya ser bi bajarê Adenê li Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Her weha navê bavê wî Hemîd û navê dêka wî Gulê bû, ji xelkên me ên Zaza bû.
Her ji berhemên wî jî, filmên wek: Kerî, Belengaz, Kesên Revyayî, Seydxan, Bav, Talî, Kovî, Dîwar li gel hejmareke din ji filmên wî ên ku hemû di riya nasandina kultûr û çanda kurd bi raya giştî ya cîhanê hene.
Li gorî nivîskar ê kurd Konê Reş ku Yilmaz Guney derhênerê gelek filmên bedew e û 17 xelat li dor filmên xwe wergitine. Belê di sala 1982an de bi beşdarbûna wî di festîvala ‘Kan’ê de li Fransayê bi filmê Yol Xelata zêrîn stand û bi wê xelatê navê wî û perîşaniya gelê kurd di dinyayê de belav bû.
Hozan Efrînî
Kurdistan -Silêmanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket