Evdoyê Xoceyê Êmûşê di zincîreya kesayetiyên Kurdaxê de

Rêportaj‌‌ 04:44 PM - 2021-07-26
.

.

Tê zanîn ku di rastiya jiyana mirovan de, du tiştên li berçavan heye, ew herdu tişt jî ev in:  Jidayîkbûn û jidinê barkirine,jidayîkbûna mirovan tê wê wetayê vejîna jiyaneke nû ji destanên mirovahiyê re ye, lê jidinê barkirin jî, ango koça dawî, bi wetaya vegerîn li dinyaya ku jê hatiye.

Felsefeya jiyankirin an jî bidawîhatina jiyankirinê, wê di dîroka mirovahiyê de, her berdewame, her weha gelek têgehên din yên girêdayî felsefeya jiyana mirovan, di vejandina rola mirovan de heye.

Ger mirov bi hizreke guncaw bîr li diyalîktîka guhertina jîn û vejîna mirovan bike, wê demê, mirov di wan mijaran de, xembar nabe û diltengiya xwe nîşan bi giranî nîşan nade.

Lê weku tê gotin û tê zanîn ku herdem di rastiya vejandina jiyannameya mirovan de, reş û spî, xweşî û nexweşî, berxwedanî û xwespartinî, binketin û serketin, pêşveçûn û şûnketin, di hemû warên jiyanê de, heye.

Ji ber wê yekê jî, em dilgiraniya û diltengiyê xwe, ji bo koçkirina her mirovekî baş tînin ziman û sernivîs û bi awayekî hûrgûlî didin nîşankirin, tenê ji ber wê yekê ye ku ew mirovên xwedî kesayetiyên baş û ji civak û dîrokê re pêwîst in, ew kesên tewawkerê gera tekera vejandina dîrokê ne, cihê xemgînî û şîniyê ne.

Di vê nivîsa xwe de, ez dixawazim ronahiyê bidim ser koçkirina hevgundiyê min yê heja û delal, hevgundiyê min yê rêkûpêk, yê mirovdost û mirovxweş, yê Xwedê jê razî Ebdoyê Xoceyê Êmûşê, ji gundê Miskê ya ser bi bajaroka Cindirêsê li harêma Kurdaxê(Efrîn), di vê derbarê de, em serxweşiyê ji tevahiya malbat û xizmên rihmetî re dişînin. Ji tevahiya gundê Miskê ya herêma Kurdaxê re pirse û serxweşiyê dixwazin.

Wek tê zanîn ku ew malbat di jiyaneke normal û bê kêşe û aram de dijiya, bi berdewamî di nava kar û xdebata olî û rihmanî û bê ziyanî de bû, li beremberî bi doza gelê Kurd, asteng nebû yan jî nexweşî çênekirî, lê bi bervajayê wê yekê, herdem, li gor hêz û tiwaneya xwe, xizmeta mirov û civaka Kurdwarî û perwerdeya wê kiriye.

Ji ber wê rastiyê, ez bi navê xwe û ya malbata Mirşid li gundê Miskê û Cindirêsê û derveyê welêt, serxweşiyê li xwe û li malbata xwedê jê razî Ebdoyê Xoceyê Êmûşê dikin û bila jiyana dirêj ji wan re be.


Her wiha ji ber koçkirina dawî ya rihmetî Ebdirihmanê Xoce, em careke din pirse û serxweşiyê li hemû gelê Kurd û Kurdistanê û bi taybet malbata Xoceyê Êmûşê bi giştî dikin û jiyaneke xweş û bê êş ji wan re dixwazin.


Her bira û kur û keçên wî yên xembar re jî, dileke fereh û sebir û bênferehiyê dixwazin û ji xwedayê mezin û dilovan daxwaza bicîkirina rihmetî di bihşta xwe ya razawî de dikin û bila temenê dirêj ji we û gelê me re be.

Lê weku ez dawiyê pî hesiyam ku kesekî din jî yê bi navê Reşîdê Elê Koçbelê ku ew jî hevgundiyê mine, jî ji nav me barkirî û çûye ser dilovaniya xwedayê xwe yê dilovan, em bi koçkirina wî mirovî re, têgeheke vejîna roja kar û xebatên mirovên ketkar yên Kurd, di xizmeta jîngehê de dinirxîne, ji ber ku ew kesekî jîngeparêz bû û xwediyê kesayetiyeke aram û bêguneh bû.
Em ji9 malabte wan re yek bi yek serxweşiyê dixwazin û cihê wî bihişt be.

Têbînî; Ev nivîsa min ku di 6-03-2012 hatiye weşandin û ji ber bîranîna kesayetiya hevgundiyê min, min careke din bi bîr anî.

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket