Şerefe Eşirî kî ye..?
Şwenewar 02:27 PM - 2021-06-29Profêsor, doktorê dîrokê Şerefe Eşirî
Şerefe Eşir (17.01.1932-26.02.2002)
Profêsor, doktorê dîrokê, serokê otonomiya netewî ya kurda yê çandî li Rûsiya Fêdêratîv, cîgirê serokê civata pismamtiya gelê kurd û rûs, endamê kongrêya netewî ya Kurdistanê Şerefe Eşir di sala 1932 de li gundê Çobanmazê (niha Avşên), li komara Ermenistanê ji dayîk bûye. Xwendina despêkê li qundê xwe qedandiye, lê ya navîn li sala 1950 de mekteba gundê Elegezê. Salek li gundê xwe de wek serokê klûba gund kar kiriye. Salên 1951-1956 de Ûnîvêrsîtera bajarê Yêrêvanê ya dewletê beşa erdnasiyê xwendiye. Pey hildana xwendina bilind weke 10 salan rojnema kurdî “Riya Teze" de wek serokê para “Jiyana partiyayê û propagandayê" xebitiye. Li sala 1966 de bi pêşniyara Komitêya navendî ya Partiya Komûnîsta Ermenistanê dice bajarê Moskovayê aspîrantûra (amator) bixwîne li Akadêmiya zaniyariyê li rex Komîtêya navendî ya Partiya Komûnîsta Yekîtiya Sovêtê. Bi têma “Tevgera netewiyê-azadariyê li Kurdistana Îraqê salên 1961-1967” têza doktoriya ewlîn xweyî dike û vedigere Yêrêvanê. Li Enstîtûya Rojhilatzaniyê ya Akadêmiya Ermenistanê yê zaniyariyê li salên 1969-1977 de wek memûrê zaniyariyê sereke dixebite. Li sala 1977 de xebata pêdagogiyê li zankoya Yêrêvanê ya Polîteknîkiyê dike. Li wur berê wek doçent, pişt re profêsorê beşa polîtolojiyê dixebite. Li sala 1989 de têza doktoriya a duda bi têma “Pirsgirêkên Kurdan li Îraqê salên 1970-1980” xweyî dike. Navê profêsoriyê distîne.
Li sala 1975 de weşenxaneya “Naûka” (Zanîn) bi zimanê rûsî li Moskovayê pirtûka wî ya zaniyarî “Tevgera netewiyê-dêmokrasiyê li Kurdistana Îraqê salên 1961-1968” diweşîne. Pişt re ew pirtûk bi zimanê erebî li Beyrûtê tê weşandin. Şerefê Eşîr zaniyar, siyasetmedar, welatparêzekî hêja bû. Ewî temamiya jiyana xwe pêşkêşî şerkariya azadariya welatê xwe, gelê xwe kir. Emekê wî pir mezin bû di karê demezirandina otonomiya kurda yê fêdêrale netewî-çandî li komara Rûsiya Fêdêratîv, serokê kîjanê ew bû. Eyan e, ku li pey hilweşîna welatê Sovêtê kurdên ku li komarên Ermenistanê û Gurcistanê tomerî dijîtin, ji dest halê xirab koçberî li gund û bajarên Rûsiyayê bûn. Hemû bi hezara km dûrî hev bûn. Çêkirina dezgehekî çandî-perwerdayî pêwist bû ku wan bigihîne hev, pêwendî navbera wan de çêke, xebata çandî-perwerdeyî di nav wan de bimeşîne. Wî dezgehê jorgotî û beşê wê, bi serokatiya Şerefê Eşîr wan sala xebateke hêja kirin. Ew rêdaktor û berpirsiyarê kovara “Drûjba"(Dostanî) bû li salên 1997-2001 de. Rola wî wisa jî mezin bû li kovar û rojnameyên siyasî û civakî de wek “Ston Rodîni” (Axîna Welat), “Kurdistan Raport” û yên din, ku li Moskovayê bi rûsî û kurdî derheqa şerkariya kurda, çand û dîroka kurda dihatin weşandin. Nivîsên wî yên siyasî, dîrokî, çandî û civakî bi gelek zimanên mediya li cihanê hatine weşandin. Ew endamê yekîtiya rojnemevanên Welatê Sovêtê bû. Sala 2002 de, di 70-saliya xwe de zanyar û siyasetmedar çû ber dilovaniya Xwedê.
Wisa jî Şerefê Eşir hê li salên xwendina xwe helbest û destanên satîrî dinivîsand. Li sala 1963 de berevoka wî ya bi navê “Gezgezk” li Yêrêvanê hatibû weşandin. Bi wê berhevokê bi rastî jî bingeha wêjaya satîrayê di edebiyeta Kurdên Ermenistanê dihate danîn. Lê wî zû ev meydana helbestvaniyê hîşt û berê xwe da Rojhilatzaniyê û Kurdzaniyê. Helbestên wî wisa jî li rojnameya “Riya Teze”, li berevokên niviskarên kurd yên Ermenistanê, gelek rojname û kovaran de hatibûn weşandin, û bi radiyoya kurdî hatibûn xwendin. Li sala 2002 de berhevoka berhemên wî bi navê “Îsaf” hatibû weşandin.
Têbînî: Ev zanyarî ji rûpela Profêsor, doktorê dîrokê Şerefe Eşirî hatiye wergirtin
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19