Mam li Şam (24)
Nêrîn 10:48 AM - 2023-06-25
(Candar: Dilxweşbûm bi dîtina Mam Celal)
Elî Şemdîn
Paş ku Mam Celal ji kurdistanê vegeriya bû Şamê di sala
(1972)’de, ew di navbera Şamê û Qahîre û Beyrûtê de hatûçû dikir, û li wir
berdewam bû ta ku ji Şamê vegeriya bû kurdistana îraqê di sala (1977)’de, ji bo
ku serpereştiya şoreşa nû bike ku di sala (1976)’de li çiyayê kurdistanê hatibû
vêxistin, û ew hersê paytext bûbûne gorepana serekî ku Mam Celal xebta xwe ya
dîblomasî têde bi rêve dibir û berdewam dikir ji bo pirsa xwe ya netewî bide
nasîn û zelal kirin, û ji bo çalak kirina rola xwe ya siyasî di navenda erebî
de û ji bo saxkirina kesayetiya xwe ya karêzmî ku geşbûna wê hinekî kêm bûbû di
nîvê dawî de ji salên şêstî bi sedema wê parçebûna ku di partiya dîmoqrata
Kurdistan de rûdabû.
Êdî Mam Celal rola xwe ya siyasî hin bi hin vegerand û
xwirtir kir, û pêwendiyên xwe di navenda erebî de bi astekî bilindtir û bi
hêztir sax kiribû, û ji bilî vê yekê jî, ew salên di navbera (1972- 1977)‘de,
ku di nav wan hersê paytextan de derbas kiribûn, bûbûn mîna derfeteke dîrokî ji
bo avakirina pêwendiyan bi hêzên çeprew û serkirdeyên wan re di navçeyê de, û
dîdara wî li gel têkoşerê turkî yê pêşverû (Cengîz Candar), ew jî derfeteke
zêrîn bû ku di dawî de Mam Celal bi riya wî gihiştibû cem serokê komara turkî
(Torgot Ozal), û li gel wî kar kiribû ji bo sazkirina pirojeya aştiyê dinav wî
û rêberê partiya karkerê kurdistan (Ebdule Ocelan)’de, û di encam de
ragihandina yekemîn agirbesta dîrokî di navbera herdû aliyan de di
(16.3.1993)’de.
Candar gêncekî nûhatî bû dema ku wî sînorê turkiya bi qaçaxî
derbas kiribû û hatibû sûriya, û bi sedema êrîşên li dûv hev yên girtin û
binçav kirin û zîndanî kirinê reviya bû, ew kiriyarên ku li turkiya dest pê
kiribûn di encamê wê kodeta leşkerî ku di (12.3.1971)’de, li wir rûdabû, û di
dawî de Candar bû yek ji navdarên nivîsandinê û nivîskarê goşeyên rojname û
kovarên bi nerix mîna (Niyoyork Taymiz), û bû rawêjkarê siyasî yê Torgot Ozal,
û piştire bû rawêjkarê Receb Teyib Erdogan jî, û di seranserê jiyana xwe de
Candar her alîgirekî bi hêz bû ji bo miletên bindest û bi taybet ji bo miletê
kurd, û her dijberekî dijwar bû ji rêjîmên dîktatorî’re, û di pêşiya wan de
rêjîma Sedam Husên, û hevdîtina wî li gel Mam Celal derfeteke giring bû ji wî
re, ku wê hevdîtinê roleke mezin listibû di guhertina arasteya jiyana wî de, û
di vê derbarê de Cengîz Candar di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Şemendefira
Mîzobotamiya ya bilez), dibêje: (Kurdên sûriya li Beyrûtê ez bi Mam Celal dame
nasîn, ew rêberê kurd ku vê dawiyê bûbû yekemîn serok komarê helbijartî li
îraq, û min jî ji aliyê xwe ve piştî çend salan ev serkirdeyê kurd yê îraqî bi
serok komarê turkî (Torgot Ozal)‘re, dabû nasîn, êdî turkiya têgihişt ku ew
nikare sînoran derbas bike û deriyan li ser rojhilata navîn veke eger ne bi
riya kurdan be, û eger ne bi rûbirû bûna dîrokê be..).
Bi vî şêweyî Cengîz Candar temaşeyî pêwendiyên xwe dike li
gel Mam Celal, ku pirsa kurdî xala serekî ya hevbeşe bû di nav wan de, û
helwîsta wî zelal dibe derbarê pêwistiya çareserkirina vê pirsê, ne bi tenê ji
ber ku pirseke giring û yasayiye, lê ji ber ku ew dergehê serekiye û turkiye
nikare ji bazinê xwe yê teng û kujinde rizgar bibe, û derbasî rojhilata navîn
bibe u xewna xwe ya osmanî cîbicî bike eger vê pirsê çareser neke, û Candar wê
kilîla zêrîn bi hûrî destnîşan dike ku bi wê kilîlê vî derî veke, ew deriyê ku
ta vê çaxê di ruyê vê pirsê de bi destê hasinî her girtî maye, û ev kilîl Celal
Talibanî bi xweye ku wî li Beyrûtê yekem car Candar dîtiye bi riya dostê xwe yê
hevbeş Ebdul Hemîd Derwîş, û ev derfeta dîrokî bi xwe bû ku Candar li ser
axiviye di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Şemendefira Mîzobotamiya ya bi
lez)’de, û gotiye ku vê derfetê rolek lîstiye di guhertina arasteya jiyana wî ya siyasî û ragihandinî de, û
dibêje: (Eger kesek hebe ku rolek lîstibe di jiyana min de bê ku haya wî jê
hebe, û me di seranserê çil saşî de hevdû nedîtibe, ew jî Ebdul Hemîd Derwîşe,
ku ew yek ji kevintirîn serkirdeyên tevgerêye..).
Çaxê ku Mam Celal li Beyrûtê bû, heryek ji (Ebdul Hemîd
Derwîş, û Cengîz Candar), jî li wir bûn, lewma carekê Hemîd Derwîş pêşniyarî
dike ji Candar re, û jê di pirse: Tu di xwaze Mam Celal bibîne û xwarina taştê
li gel wî buxe? Candar di wê pirtûka xwe de (Şemendefira Mîzobotamiya ya bi
lez)‘de, dibêje: (Bi rastî ez gelekî dil xweş bûm û hêriz hatin min çaxê min ev
pêşniyar bihîst.. û min xwest zû vê kesayetiya cîhanî bi nasim û xwarina sibehê
jî li gel bixwim..), êdî Ebdul Hemîd Derwîş di miha nîsana sala (1973)‘de, wî
dibe mala ku Mam Celal lê dijiya, ku di keve nêzîkî (gorepana sor), û piştî ku
derbasî hundir dibin çavê wî bi kesekî bejin dirêj û xweşik û simbêl mezin
dikeve, û ew kes bi nazikî û bi bêdeng li ser kursî rûnişt bû, Candar goman kir
ku ew Mam Celale, û di wê çaxê de kesekî din jî hebû her serê kêlîkekê di hat
ji Candar di pirsî: Ti hêkan çawa dixwê? lê Candar bi xwe her di xwest wî kesê
li teniştê li ser kursî rûniştî bû nasbike, ji ber ku Candar goman dikir ew
kesê rûniştî li ser kursî ew bi xwe Mam Celale, û ewê ku dihat ji Candar di
pirsî li ser şêweyê çêkirina hêkan:Qelandî yan kelandî di xwe? Candar ew ji ser
çavê xwe di kire der û jêre digot şêweyê çêkirina hêkan ku dixwaze, û Candar li
gel wî kesê ku li tenişta wî rûniştî bû bi erebî di axivî, lê wî kesî qet
bersiva wî neda û lê venegerand, û piştî xwarin hazir bû bangî Candar kirin û
ew birin ser mêza xwarinê, Candar jî bangî wî kesê li ser kursî bê deng rûniştî
bû ji bo li gel wî were ser mêza xwarinê, lê dîsan deng jê nehat û neçû ser
mêza xwarinê, Candar ji xwe di pirsî: Ev çima nehat ser xwarinê? Ma ne ez
hatime li gel Celal Talibanî xwarinê bi xwim? Çima ew bi min re nehat? Di dawî
de Candar nas dike ew kesê ku hêk jêre amade dikirin û bi ingilîzî li gel wî di
axivî ew bi xwe rêberê kurd Celal Talibanî ye.
Candar di pirsê: Başe, ewê dinê kiye ku li ser kursî rûniştî
maye? Mam Celal bersiva wî dide û dibêje: Ew pasewanê min yê taybete, û ew
nizanê ne bi erebî û ne jî bi ingilîzî bi axive, ew tenê bi kurdî di axive, û
wî ji ber vê yekê bersiva Candar nedida, êdî ev buyer bûbû nûkteke xweş û
watedar li ser dilxweşî û ruhê mirovatiyê li cem Mam Celal, meger ew nukte li
ser wî bixwe be jî, mîna ku nivîskarê rojnameya Şerq El’ewset (Xalid Qiştînî),
di gotara xwe de nivîsiye, ya bi navnîşana (Dema ku kurd qerfan bi hev dikin),
dibêje: (Fexameta serok Celal Talibanî nukte tomar dikirin, û bi germî li wan
guhdar dikir, û di hate gotin ku wî nukte ji kesên nêzîkî xwere di gotin, meger
ew nukte li ser kesayetiya wî bi xwe be jî..).
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Stran Ebdullah: Divê aliyên mezin li hember mafan xwedî berpirsyariyeke mezin bin
09:27 PM - 2024-05-05 -
Komîsyonê ji %90ê amadekariyên hilbijartinan temam kirine
12:02 PM - 2024-05-04 -
Qubad Talebanî: Mirina çend endamên komeke çiyageran em hemû xemgîn kir
10:53 PM - 2024-05-03 -
Asayîşê dest danî ser kargeheke çêkirina madeyên hişber
06:08 PM - 2024-05-02
zortrin xwendraw
-
Şandeke YNKê li Dubey girêbestên çandinî û veberhênanê îmze dike
Kurdistan 08:32 PM - 2024-05-04 -
Endamekî komîteya darayî: Pirsa bibankkirina mûşeya karmendan tê çareserkirin
Kurdistan 12:18 PM - 2024-05-05 -
Stran Ebdullah: Divê aliyên mezin li hember mafan xwedî berpirsyariyeke mezin bin
Kurdistan 09:27 PM - 2024-05-05 -
72 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:41 AM - 2024-05-05