Hêro Xan hevparê Mam Celal e

Nêrîn 10:40 AM - 2022-12-25
Nivîskar: Hozan Efrînî

Nivîskar: Hozan Efrînî

Serok Mam Celal wek kesayetiya herî bihêz û karîzmeya kurdî ku di sedeya 21 de xwedî roleke mezin û li ber çavan bû, herdem xwedî helwest û rol û pêngav bû. Diheman demê de, Hêro Ibrahîm Ehmed jî wek jineke şoreşger û jêhatî û jîr û çavnetirs e. Xwedî helwest û têgehên rasteqîne ye.

Rastiya peywendiyên dirust ê Mam Celal û Hêro Xanê

Ev rolên ku serok Mam Celal didît, girêdayana serkeftina xwe bi zîreketiya hevjîna xwe ya dîrokî Dade Hêro Ibrahîm Ehmed ve hebû.
Serok Mam Celal ne tenê di asta Kurdistanê û herêmê û cîhanê, xwedî rol û gotin û helwest bû, j ber wê jî, hem dost û hem neyaran ew li ser zimanê xwe dixistin rojevê.
Rojeva ku têde serok Mam Celal heba, gelek gerim û bihêz dibe. Her weha di dîroka serokan de, yek ji wan serokên ku bi tevahî bi hevjînên xwe re hevxebat û hevbîr bin, serok Mam Celal û dede Hêro ne.

Mam Celal; Hêro Xan xwediya kesayetiyeke cuda bû

Serok Mam Celal li ser zimanê dost û neyaran û Mam Celal û cihê Hêro Xanê di jiyana wî yê tekoşînî, siyasî û kesayetiyê de çiye.
Ji Pirtûka hevdîtina temen.. Pirsyar û berisv e..
Ji bilî girîbesta hevjîntiyê Hêro ji bo te çi ye..?
Ji bilî ku ew hevjîna mine, ew;
Yekem; Ew wek bijîşkek bi min re ye ku agahdarî rewşa tenduristiya min e wek bijîşkek.
Duyem; Ew şêwermenda min a herî mezxine di gelek kasrûbaran de, ez bi wê dişêwrim û nerînan bi hev re didin û distînin.
Siyem; Ew malxwe   û xema min a rojene jî pir bi parêzvanî dixwe.
Çarem; Ew dosta min e, ya rastî ew hevala min a tekoşînê ye, kesayetiyeke wê pir cudaheye û kok di nav kesayetiya min de wunda nabe, lewra jî, heya îro jî navê min li xwe nekir, lê her navê xwe  li xwe kirî (Hêro Îbrahîm Ehmed), ne ku (Hêro Talebanî), heya ku em di hinek mijarên siyasî de nakok dibûn, wê riyek digirt û min riyeke din ji xwe re digirt.

Jina şoreşvan mora xwe li dîroka tekoşînê da

 Jina şoreşvan a kurd dede Hêro mora xwe li dîroka tekoşîna rizgariya neteweyî Kurdistan da.
Jina şoreşvan û polayî xebatkara serî çiyayên Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed yek ji jinên ku pêncemora xwe li ser rûpela dîrokê xistiye ye.
Piştîvana herî mezin a doza gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.

Hêro Xan Îbrahîm Ehmed xelata Papaya watedar li Dêra Mar Yusif wergirt.

Her weha xelata duyemîn jî ya Papa yê Vatican ji bo jina şoreşger ya herî bihêz Hêro Ibrahim Ehmed re hat pêşkeşkirin.
Ew xelat ji bo wê yekê ye ku Hêro Xan bi awayekî pir baş xizmeta bi mirovên penaber û awere û Bêkes û hejar an kiriye û bi mirovdost hatiye naskirin û ji ber wê yekê jî, ew xelat li layîqî hatiye dîtin.
Endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed xelata Papayê Vatîkanê wergirt.
Îro roja yekşemê 15-1-2016`an ser nîvro, rêxistina Asis Pakis Enternaşyonal û nûnerê Papayê Vatîkan Li pay Karên mirovdostî Hêro Xanê de, ku çendîn xelatên cîhanî ji bo Hêro Xanê hatiye pêşkeş kirin û em kêfxweşin bi vê kar û xelatên ku wergirtiye û bi hêvî ne her berdewam be li ser karên mirovdostî.
Piştî çendîn kar û xebatên bo penaber û awere û xwedîlêderketina li mirovên hejar û bê kes, Îro roja yekşemê Hêro Xan li Dêra Mar Yusif a li Silêmaniyê ji aliyêrêxistina Asis Pakis Enternaşyonal û nûnerê Papayê Vatîkan ve hat xelat kirin.
Pîroz be li herdu serkirdeyên YNK ên naskirî Xato Hêro Ibrahîm Ehmed û rêzdar Kosret Resûl Elî yên ku ji destpêka şoraşa gelê kurd ya Başûrê Kurdistanê ve di nava tekoşîn û xebata fermî de ne û bi bê dûrketin û an jî rewastandin.

Jina şoreşger û tekoşer ê kurd Hêro Ibrahîm Ehmed hevrê û hevjîna rêberê şoreşa rasteqîne ya nû û sekreterê giştî ya YNK`ê serokê nemir Mam Celal e, weku yekem serokê hilbijartî yek serokkomarê Kurd gihîşte serê desthilatdariya desturî li Êraqa federal a demokrat.

Ji çiyayên Kurdistanê gihîşte koşka komariya Bexdadê

Di destpêka şoreşa Başûrê Kurdistanê û heya rizgarkirina wê, bêtir ji 60 salî serok Mam Celal mora xwe li ser kar û xebata nîştimanî ya vê perçeyê welat xistiye û li nser rûpela dîroka nûh ya gelê Kurdistanê bi şoreşeke nûjentir û bi remaneke sosyal demokrat derkete holê û dikarî ji sengerên pêşmergeyetiya çiyayên Kurdistanê ber bi koşka komariya nÊraqê ve bi rêkeve û cihê dîktetorekî ku bi birîna serî wî sondxweribû bigre û piştre li ser bidarvekirina wî dîktetorî jî mor û wajo neke.
Her weha piştî ku raperîna gelê Kurdistanê bi girsayî dest pê kir, rewşa desthilsata rêjîma bas guhert û ew raperîn raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Basê rabibû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê yeke bi dûv yekê de rizgar bikirane û gelek şehîd û pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildanan dîrokî hatin kirin.

Dede Hêro, Hêro Xan, Xato Hêro Ibrahim Ehmed , ew jina bû ku di zemettirîn serdem de li ser çiyayên Kurdistanê li gel pêşmergeyên mêrxwas û wek hevjîna rêberê şoreşa nû ya Kurdistanê rewanşad serok Mam Celal  û rojnamevaneke şoreşger tevdigerî.
Dede Hêro Xan di dîroka gelê kurd e, wek yekemîn jin li gel hevjîna xwe ji tekoşîn û xebata serê çiyayên Kurdistanê ber bi koçka serokkomartiya Êraqê ve birêket û dest bikar bû.

Jina şoreşvan a kurd dede Hêro mora xwe li dîroka tekoşîna rizgariya neteweyî Kurdistan da.
Jina şoreşvan û polayî xebatkara serî çiyayên Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed yek ji jinên ku pêncemora xwe li ser rûpela dîrokê xistiye ye.
Piştîvana herî mezin a doza gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.

Hêro Xan Îbrahîm Ehmed xelata Papaya watedar li Dêra Mar Yusif wergirt.

Ji Mam Celal re rewanşadî û ji dede Hêro Xanê re cansaxiyê dixwaz in.

Hozan Efrînî

25-12-2022

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket