Hişmend Şêxo : Di bîranîna Sêyem ji koçkirina Mamoste Ebdilhemîd Derwîş de

Nêrîn 04:23 PM - 2022-10-25
Nivîskar: Hişmend Şêxo

Nivîskar: Hişmend Şêxo

Di 24 / 10 / 2019an de gelê kurd û Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê xebatkar û serkirdeyekî mezin oxirkirin ew jî damezrêner û sekreterê partiya me heval Ebdilhemîd Derwîş e.
Mamoste Ebdilhemîd Derwîş hevalekî xebatkar û cefakêş bû , siyasetmedarekî navdar bû di nav gel û tevgera rêzaniya Sûrî , Kurdî , û Kurdistanî de. Herwiha ew serkirdeyekî çalak û
bîrbir bû di çareserkirina pirsgirêk û qeyranên
Siyasî de.
Mamoste Hemîd jiyana xwe terxî gelê xwe kir û di rêveçûna xwe de karî bû kûrtirîn peywendiyên diplomasî li ser astên Sûrî , Kurdistanî , Herêmî û Navdewletî peyda bike , û ma pabend di tekoşîn û xebata xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe.
Heval Ebdilhemîd Derwîş Xebatkarekî Kurdistanî bû , bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe ya xebatkarî xebat û tekoşîna wî herdem ji bo xizmet berjewendiyên gelê kurd û doza netewî ya kurdî de bû. Herwiha xwedî rolekî çalak bû di damezrandin û pêşxistina peywendiyên Kurdistanî de , û bi hemû şiyana xwe piştgiriya tekoşîna gelê kurd dikir, lê bi mercê taybetmendiya gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê.
Ey hevalên xebatkar û gelê Azadîxwaz
Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de bi rêzgirtin li hember bîranîna Sêyem ji koçkirina hevalê xebatkar mamoste Ebdilhemîd Derwîş radiwestin û bibîra xwe tînin wek kesayetiyekî siyasî, hişmend û rola xwe wek serdarekî karîzmî berz li ser asta niştimanî ya Sûrî , û li ser asta netewî ya kurdî û Kurdistanî û navdewletî de , koçkirina wî di vê qûnaxa rêzanî ya hestiyar û çarenûsî de ziyanek mezin bû ji hemû gelê kurd re.
Mamosteyê min : Bi navê Kurd û Kurdistan û bi navê Partiya Pêşverû em soz didin ku emê li pey hişmendiya te bin û emê berdewam bin di xebata xwe ya netewî û karê partîzanî de heya ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.
Bavê Axtî tu namirî tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî
Sed silav li giyanê te ey endezyarê rêzaniya kurdî li Sûriyê
                                            Heleb / 23 / 10 / 2022
*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket