B. Mîtanî. Rola gelê Kurd di avakirina şehristaniya gelên Rojhilata navîn de

Nêrîn 05:52 PM - 2022-06-22

Dîrokzan û zimanzan û nivîskarê gelê kurd mamoste Biradostê Mîtanî derbarê rola gelê Kurd di avakirina şehristaniya gelên Rojhilata navîn de, beş bi beş dinivîse.

Em jî wek PUKmedia`yê, spasdar û destxweşî li mamoste Biradost Mîtanî dikin ku van berhemên xwe ên gelek girîng û cihê rêzê ji me re dişîne û em jî bi serbilindî di beşê kurmancî de diweşîn in.

Ev jî xeleka 3 ji nivîsa mamoste ye:

 Biradostê Mîtanî. Rola gelê Kurd di avakirina şehristaniya gelên Rojhilata navîn de. دور الشعب الكردي في وجود حضارة شعوب الشرق الاوسط Xeleka (3) الحلقة Hêjano em ê vê carê hin ji zanista Kurdî ya bandor li çanda gelên Rojhilata Navîn kirî ,bi kurtî bêjin: بعض من المعرفة الكردية التي أثرت إيجابيا" على ثقافة شعوب الشرق الاوسط: Erdnîgarî :الجغرافية Di zanistiya xaknîgariyê de diyar dibe ku rola gelê Kurd pir xwert e ,ji ber ku mîna yên weke Ebû elfîda hene : EBÛ ELFÎDA' ELEYÛBÎ أبو الفداء الايوبي حاكم حماة, ev zanyarê gerdûnî , xaknîgarî , dîroknas û nojdar bû Navê wî SIMAYILÊ ELIYÊ MEHMÛDÊ MEHEMEDÊ EMERÊ ŞAHÎNŞAHÊ EYÛBÊ ŞADÎ YE , ew padîşahê HEMAYÊ bû di dema Memlûkiyan de , dema desthilata Eyûbiyan li wê heremê vegerand 1310 z û ma ta 1331 z Ew evîndarê avedaniyê bû , wî mizgefta dehêşa (EBÛ ELFÎDA ) , gora xwe û quba wê û menare û na'ûre avakirin û bi ser mizgefta NÛRÎ de zêde kir ji perwerdê re û navê wê kire REWŞEN ( Bi vî navê KURDÎ),12 pertûk nivîsandin . Yên navdar ji wan : Kurtahiya dîroka miletan ,roznama beledan , gunaş , dîroka navdarên zanyariyê, pertûkek di nojdariyê de , dewleta Xwarizmî û pertûka elkamil a Ininelesîr bire serî . Wî li ser banê mizgefta dehêşa rewangiheke gerdûnî û feleknasî danî bû . Pê ezman lêkolîn dikir , lewra wî çiyayek ser heyvê dît , niha Ewrupiyan navê wî çiyayî li ser heyvê kirine EBÛ ELFÎDAجبل ابو الفداء wî rêjeya avê û bejê li ser goka cîhanê gotibû . wî li ser nojdariyê , geyê,helbest , pend ,siyaset,leşkerî ,pêtûliya felsefê , mozîk û olê dixwend û dinivîsand Lêkolînên wî li ekadimiyê ROSIYA , FERENSA , INCELTIRA, BELCÎKA ÎTALIYA û gelek deverên din têne dayin di perwerdê de û navê wî yê sêyemîne di nav navên zaniyariyan de ,li ser dîwarê hola semînaran di komela xaknîgariya FERENSÎ de ye. -Nûderî û afrênerî : Dîsa va yekî wilo KURDE bi berhemên ku wî nûder kirine bûna bingih ji zanistiya CÎHANÎ tev re : Endizyarê nûdervan , miknisyanê KURD ê mezin BEDÎ' ILZEMANÊ CIZERÎالمهندس الميكانيكي, المخترع الكردي Ew ji Cezîra BOTAN E .Di çerxê 12 yê zayînî de di dema EYÛBIYAN de ji dayîk biwei li cizîra BOTAN û li wir serokê dîwana zanistiyê bû . Navê wî SIMAYILÊ kurê RIZAZÊ bavê IZ e. Du pertûkên wî hene : Komdarê Ji Xaniyarî û Karê Bisûde re Di Çêkirina Finasan deالجامع بين العلم والعمل النافع في صناعة الحيل û pertûka Zanistiya Finasên Endiziyarî وكتاب معرفة الحيل الهندسية ji xeynî gelek reşnivîsan . Hêjayî gotinê ye ku ew berya şoreşa Ewrupî ya pêşesaziyê ye سبق الثورة الصناعية الاوربية û berya wan ev alav çê kirine: Kerengê mator ,zendbiyêl , sebabe , mîl strenîkê kam anعمود الكامات , matorê ser hilmê المحرك البخاري , demjimêra avê û qûmê الساعة الرملية والمائية , misînê ku li mozîkê dida dema av di lûlika wî re dihat , amûrên mozîkê û bi dehan alavên din çêkirin . Lewra ewrupî dibêjin şoreşa me ya pêşesazî ji BEDÎILZEMANÊ CIZERÎ dest pê kiriye û ew bingiha wê ye. Berhemên wî têne xwendin li Japon , Çîn,Ewrupa û Emerîka , li cîhanê tev. Niha gora wî li xaka welatê wî bakurê kurdistanê li bajarê dayik û bavên wî CEZÎRA Botan e. Û wilo gelek ronakbîr û nivîskarên KURD ên din jî hene , ji wan : من الكتاب السوريين الكبار الذين لم يكتبوا بلغة الأم , أنهم كرد في أصلهم Zimanzan MIHEMED KURD ELÎ ,helbestvan HAMID BEDIRXAN , nîgarkêşê cîhanî EMER HEMDÎ. nîgarkêşê cîhanî EMER HEMD (MALVA),helbestvan XÊREDÎN ZERGULÎ,siyasetmedar EVDILREHMAN ŞEHBENDER, nivîskar SELÎM BEREKAT û ronakbîr EVDILREHMAN KEWAKIBÎ . Bi çi awayî be bila em KURD rola xwe ya jîrek û zanist di avakirina şehristaniya CÎHANÊ de nas bikin , , ji wan في كل الاحوال تعالوا لنعرف كم لنا الكرد دور نشيط ومعرفي في صناعة الحضارة العالمية , انظروا كم من الادباء المصريين الكبار هم من الأصول الكردية MEHMÛD TEYMÛR , EHMED ŞEWQÎ , MIHEMED TEYMÛR ,, EHMED TEYMÛR , QASIM EMÎN , AYÎŞA TEYMÛRÎ, EBAS MEHMÛD EQAD ,dîroknas MIHEMED ELÎ EWNÎ , mozîksaz EMER XORŞÎD , DURIYA EWNÎ, qur'anxwên EVDILBASIT EVDILSEMED Û MIHEMED EBDE. Henekan din jî hene : ME'RÛF ELRESAFÎ,Cemîl Sidqî Zehawî û Mehmûd Teymûr ,dîroknas Ibin elesîr û IbinXelekan Ibin kuseyr ,Ibin Teymiyê û gelekan din hê ,şikere nebûne.

Nivîskar: Biradost Mîtanî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket