B. Mîtanî: Rola Gelê Kurd di heyîna şehristaniya Rojhilata Navîn de

Nêrîn 02:31 PM - 2022-06-17

Dîrokzan û zimanzan û nivîskarê gelê kurd mamoste Biradostê Mîtanî derbarê rola gelê Kurd di avakirina şehristaniya gelên Rojhilata navîn de, beş bi beş dinivîse.
Em jî wek PUKmedia`yê, spasdar û destxweşî li mamoste Biradost Mîtanî dikin ku van berhemên xwe ên gelek girîng û cihê rêzê ji me re dişîne û em jî bi serbilindî di beşê kurmancî de diweşîn in.
Ev jî xeleka 2 ji nivîsa mamoste ye:
Ziman. X(2).

Hêjano piştî me rola gelê Kurd di aliyê Olê de got va emê behsa aliyê Zimên bikin.

Piştî lêkolînên min di dîroka tîpan de , ez gihame baweiyekê ku çanda Kurdî bi giştî û ziman û ABCEYA wê bi taybet pir di zimanên herêmê de bi bandor e û wilo jî ez bawer im ku yek ji  netewên îro heyî  nîn e bi tena xwe  xwediyê afirandin û nûdererîkirina tîpan  , ev tîpên ku niha bi vaqas şêwe û texlît in, ew xwedî kokek in û jev çûne . Tîpên Mîxî, Horîxlîfî , Oxarîtî, Aramî û Çînî , hemû jev çûne û weke niha bi demê re bûne şax û her aliyek bi rengekî dinivîse . Ev e rastiya ku şehrestanî tev xwedî bingehek mirovahî giştî ye , li her çar aliyên Cîhanê û wê hevpariyê hiştiya ku bi hezaran bêje û têgînî û gotin weke hev bin ji dîroka kevnar ta îro .

Mînak ji wan gotinan ev in:
Hor di dîroka kurdî de ROJ e , li cem Zerdeştiyan AHOR E û li cem Siriyaniyan ASÛR bû .Li cem Xiristaniyan niha navê XORÎ ye, ew payedarekî olî ye, di Erebî de Sûreya ye. Lê bû navê stêrikekê, li cem Hindiyan SOR E . Navê dewleta SÛRÎ jî jê hatiye, yanî ROJ E.

Piştî wan lêkolînên min di dîroka tîp û zimanê KURDÎ de min dît ku yekem ziman zindî bû ji Kurdan re û ew yê Ariyan jî bû  û min nirxekî bilind da tîpên Avista yên ku bûne tîpên Pêlewanî (FEHLEWÎ di çanda Erebî de ) ên di mezobotamiya de bûne maka tîpan û ev pertûkên navdar mîna KELÎLA û DEMNA ,HEZAR ŞEV û ŞEVEK (ELIF LEYLA û LEYA ) bi wan tîpan hatine nivîsandin.
Ehmedê kurê Wehşiyê yê Nebetî dibêje min 30 pertûkên Pêlwanî  dîtine û wî  ew tîpên kurdî yên bînoşad û yên pêxmber Nûh(S)  kirine pirtûka xwe ya bi navê شوق المستهام في معرفة رموز الأقلام de.

Bihtir ew tîpên  Kurdî bûn ên ku çand pê hatibûn nivîsandin û bûne destpêka tîpên Masîsoratî û Soranî û bandor li yên Qur'ana pîroz jî kirine . Ew tîp û  yên Rojhilata Navîn têkilî hev bûn .
 
Ji wê bandora erênî di neqeba zimanan de , ev çend gotinekî Kurdî ne ketene nav zimanê EREBÎ de  û dibe ku ew gotinên  KURDÎ jî  bandor bûbin bi zimanê derdorê.
Bi vê derbasbûna zimanê Kurdî di nav ê Erebî de her du ziman zengîn kirin
  بعض كلمات كردية ، دخلت إلى اللغة العربية وساعدت على إغنائها :
SÛK (HÛK henek ji pereyên sûd û feydê )سوق. KAR عمل . cawê BIROKAR (ew cawê ku rêzdar  Biro yê Kurd li şamê çê dikir) نسيج بروكار. Tenge ( في القرآن الكريم عيشة ضنكة) . Sîdra (شجرة سدرا تظلل على عرش الاله عزوجل).
binefiş بنفسج. Mehrîcan مهرجان.
 روح الشمس.TAV ( Taw )ضو (ضوء).
BERGIH برزخ.
 TENGE سميت مدينة طنجة بهذا الاسم لأنها على مضيق مائي ضيق.
 في الكردية والانكليزية.
EDEB ادب سمي بهذا الاسم بسبب القوانين المنظمة للمجتمع و المكتوبة على ألواح طينية مسطحة تسمى عند Depالجوديين السومريين باسم
Çemê ÇEQÇEQ نهر جقجق في قامشلو.
 Çemê ZAP (zé ab yanî Ava dizê)نهر زاب.çemé FERAT ( FERE HAT) نهر فرات.Çemê CICLE jiTÎGER bû tîglat ( Ev di Kurdî û latînî de tîpa g diçe ,dibe Tîr اي السهم لسرعته وأطلق هذا الاسم في الانكليزية على حيوان النمر.
Taze yanî hê nû ye طازج.
ŞEREWAL (ŞALWAR)سروال
TEDMIR( TÊD MÊR) تدمر (موطن الابطال
palmîra (PAL MÊRA) بالميرا ))(مسندالابطال
QAMIŞLO (QAMÎŞ LÊ devera geyayê QAMÎŞ lê قامشلي
.CEZÎRE (CIH JORE)جزيرة. SEMT NÎŞAN سمت و تعيير الهدف.
HELEB حلب (XOLEP ji dema MÎTANIYAN ve) .KIRKEMÎŞ (GIRAMÊŞ ji dema HORIYAN ve) كركميش جرابلس.TILTEMER (Girê zor TEMER paşayê milî) تل تمر.bexdad (BAXDAD) حديقة العدالة أو الإله العادل بغداد. DESTÛR دستور .HEKBE حقيبة . TABOو طابو توبةو محرم.HEREM منطقة محرم.HORÎ û XORÍ حوري . MEŞÎ يمشي. RO إله رع الشمس.
QERSÎ البرد القارس. GORE ( Gor pî)جوارب ( وفق القدم).Dolab ( dêla pî) دولاب ( بدل القدم(. Neşar û necarنجار. Tawûsطاووس
MIZGEVT .مسجد XAVخام.MIHRABمحراب.(HEFT)SEBITالسبت .SILAVسلام(KEHREMAN).KEHREBEكهرباء.FENERفنارDEBTERدفتر.TABOطابو. XANخان.ABRÊJابريق(BIRÎDÛV).BERÎDبريد.DÎWANديوان.QESIR Û QEYSER(KEYSAR) قيصروقصرQELEM(KELEM) ..قلم DEHQAN(DIYAKO).دهقان ودوق وداهية .
BIREKبراية.SÛRÎسوري.ERDأرض.GAMÊŞجاموس.BEXDÛNISبقدونس.DÎNدين.HESEKÊ(HESKÊ)حسكة.REQA û Roka. رقة.SIBIHصبحAL علم.CÎNARجيران.PARADUS فردوس.ZENBULE.صنبورةşadî .شادي
CÎWARجوار.

Gotina dayine di KURDÎ û EREBÎ de bû DÎN û DIYANÊ yanî OL û di kurdistanê de bû navê herêma BEHDÎNAN angu ola herî qenc,MEH yanî heyv , carinan ji gerestêrika heyvê re û carinan ji 30 rojî re jî. Li MISRÊ navê mûçe mehiyê ye û gotina MAH yanî sergever û zal e yanî EZÎME , lewra li Hindê bû Mahatima û li Îranê û KURDISTANÊ MEHABAD E , Mizgeft bi kurdî û MESCID bi Erebî . Eştar di EREBÎ de û  STAR di INGILÎZÎ de û Stêr di Kurdî de . Bazar di kurdî de û tevlî Erebî jî bû ,Bazar di Ferensî de , yanî kirîn û firotin û bû sûk û bajar. Roja SEBTÊ di Erebî de ji Heft hatiye, di Sensekrûtî de SABTA , di LATÎNIYA kevin de SÊBTÊ , di zaravê Kurdên MÎDÎ de HABTA , di Sulavî de sêbto , di Cirmanî de ZÊBIN ,di Ingilîzî de SÊVIN, Xwedawaenda (Dê) ÎNANA ya kevnar li cem kurdan bû ÎN yanî pîroz û bawerî û bû EYANA li cem kurdan û di Qur'ana pîroz de Iyane, yanî kesê herî bi qedir, û niha di zaravê Erebî de bû NÊNA li cem îngîlîziyan NANSÎ û li cem Tirkan bû ANÊ yanî dê, yan dapîr ,jina bi qedir.
 Peyva FIRDEWS di AVISTA de yanî Behişt di erebî de FIRDEWS ,di îngilîzî de paradîs.

PUKmedia

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket