Biradostê Mîtanî Rola gelê Kurd di heyîna şehristaniya gelên Rojhilata navîn de

Nêrîn 07:13 PM - 2022-06-10

 

Xeleka (1). Ji xwe Gelên Rojhilata navîn weke gel-Ne weke qate, yan çîna desthilatdar- Bi şêweyê erênî pir bi hev bandor bûne, bi rengê mirovahî .Lê ji zengîniya dêrîniya şehristaniya dîrok û heyîna gelê Kurd a li ser xaka xwe di Mezobotamiyaê de , bandor û rola wan mezintir e û ji ber ku nexasim îro ew şehristanî li ber çavên rêjeyeke mezin ji wan gelan nayê dîtin , em ê bi kurtî di hin layan de, bandora gelê Kurd li ser çanda wan diyar bikin. Bandora çanda gelê Kurd li ser çanda gelên Rojhilata navîn pir xurt e . Em ê henekî ji van aliyan ve û bi kurtî bidine xuya kirin: 1-OL .2-Zıman.3-Erdnîgarî û nûderînî. 4-Huner û wêje.5-Konevanî û Siyasetmedarî.6-Têkkarkirina raman û Mesolociya kurdî bo cîhanê .7-Koka ademîzadiyê.8-Tekoşîna niîtimanî.9-Çanda mirovahiyê. -Ol: Zencîra bandora van Xwedawend û olên Kurdî li çanda gelan bi xwertî belî ye :Merdok,Atûn ,Şawîşka,yan stêr (Eştar),Anahîta,Mîtra, Ahora û Ahora mezda,Êzdiyet û Zerdeştiyet. Xwedawend Merdûk û Xwedawend Stêr (Eştar) li cem bavkên Kurdan ên mîna Kaşiyan,Hîtiyan û Xoriyan pîroz bûn û bandor li mezobotamiyayê tev kirin . Nefertîtî baweriya bi Atûn (Roj) ji dêla Amû li misrê rûnand û hevjînê wê Emnhotibê siyem navê xwe kira EXNATÛN û wan jî sembola wî ya bi basik pîroz didîtin û di perestgihên xwe de didanîn. Ew roja bi bask carê navê wê li herêma Mezobotamiyayê û li cem pêşiyên gelê Kurd navê wê MIHTAV an MIHTIRA yan MÎTRA bû, bû jêder ji mesolocî û olan re .Destpêkê derbasî Êzdayetiyê bû di sembola firinda TAWIS de , piştre di ola Asûrî de û ta niha li cem SURYANIYAN E .Navê Ahor û Asûr û Siryan,Xweda ,Kurd ,Kurdistan û Xeristiyan tev ji Xor yanî ROJ hatine û GAYÊ li xwedawenda MÎTRA li cem Xiristiyan pîroz e , weke îro va pêkerê MÎTRA li ser GA li Vatîkanê ye , û çîroka ji dayîkbûna MÎTRA di gelek xalan de weke ya pêxember ÎSA ye , nexasim şikeft û 25ê heyvê ji dayîkbûn û 12 xorî yanî HEWARÎ û mirina bêgor û vegerandin ji bo rizgar kirina Ademîzadiyê û mîna berxek xweşik û nazik in û wilo Mîtrayî û xiristiyanî di şîva xwedayî rebanî de jî yek in. Ev bandor di Êzîdiyê de jî heye ,ta îro jî birayên me yên Siriyan sê rojan rojî weke birayên me yên Êzîdî digirin û her du jî weke hev di serê Nîsanê de cejna afirandina cîhanê li dar dixin û hêkan rengîn dikin ,lê li cem ÊZÎDIYAN Çarşemba sor e û li cem Siriyaniyan Êkîto ye . Gelek caran ez dibînim ku ASÛRÎ û ÊZÎDÎ xwe dikin ji kokeke netewî .Ez jî vê rast dibînim û dibêjim ASÛRÎ ne ji nejada SAMÎ ne , ew û Kurd ÊZÎDÎ bûn carê û ji nejada ARÎ ne. Kurdên Mox ên Zerdeştî yên yekem in ku mizgînî dan ku pêxemberek bi navê YASÛ' ÎSA wê werê , dema pêxember ZERDEŞT –carinan dibêjin pêxember DANYAL-gote gelê xwe stêrikek wê ji rojhilat derkeve ,li pey herin ta dera ku ew lê deyne , li wir pêxember ÎSA ye .Dema ew stêrik ji rojhilatê KURDISTANÊ hat, ew li pey çûn ta BÊT LEHMÊ li herêma İbrıyan ,di şikeftê de dema ku ew li ber singa diya wî MERYEM dîtin di wê şikeftê de , li cihê ku ew stêrk lê rijiha bû û pertûka pîroz INCÎLA metê ishaha duyem 1-21 de, vê yekê dibêje .Dema dibêje MECÛSÎ bûn yanî Kurdên ZERDEŞTÎ ,di dema qiralê ROMANÎ HÎRODIS de bû. Olên ku samîtîk dibêjina wan Olên Ezmanî tev bi wan olên Kurdî bi bandor in di hebûna Behişt , Limêj , Rojî ,Qencî , Guneh,Hec ,Ava Zimzim,Sefa û Merwa ,Yekîtiya Xweda , Pira seratê ,Firişt , Peyam(Sirûş) , Çûna banî li cem Xwedê , Pertûka pîroz û çûna neqencan a Dujehê yanî Cehnemê û bi sedan ji eger û ramanên din ,ji xêr û şer di wan olên Kurdî de hene û derbasî wan olên din ên ku li piştî wan hatine bûne . Gelek tîm û rê'ol di misilmantiyê de hatin bi Zerdeştiyê bi bandor bûn , ji wan : Qederî ,Kêsanî , Rewandî , Mu'tezîle û Elweî , nexasim ên herêma DÊRSIMÊ û wilo Dirziyet jî bi Êzdiyetê . Ew Rê'ol weke Zerdeştiyê dibêjin qencî ji cem xwedê ye û neqencî ji cem xelkê ye û mirov azad e di biryar û bijartin û vîna xwe de , lewra ew berpirsiyar e di encamên kiryarên xwe de. Tîma Ehlên dadê û yekirinê jî bi Zerdeştiyê bi bandor e , di mesela MIHDÎ de, yanî Rêşan bi bendewar e .Ew rêşan ê ku Miarmantî û Xiristiyanî jî dibêjin em li benda wî ne ku wê rojekê werê û me ji stemkarî û neqenciyê rizgar bike û li cem Zerdeştiyê navê wî SAWIŞYANEû li cem Êzdiyan Şerefdîn e. Her kes zane ku dostên pêxember Mûhemed (S) hebûn Kurd ,mîna Selmanê Kurd (Ereban kire farisî) û Gaban û Meymûn û wan gelek ji çanda olî ya Kurdî li Mekihê derbasî ya misirmantiyê kir , Ew Sekmanê ku pêxember Mûhemed (S) li ser gotiye : Selman ji me ye û ji xizmên malbata me ye û ji xwe hatiye zanîn ku pêxember Nûh jiyan û ola wî li Kurdistanê bû û gemya wî li ser çiyayê Cûdî bû û pêxember Birahîmê Xelîl jî ji Kurdistanê derket ,ber bi başûr ve ta nîvgirava Erebî çû. Hêjano : ji bo ku li me û we dirêj nebe , em ê her bandorekê bikin xelekek ,lewra li benda bandoreke din bin.

Rêz û silav .

Nivîskar: Biradost Mîtanî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket