YNKê hêvana yekrêziya tevgera kurd e

Nêrîn 04:51 PM - 2022-06-01

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di yekrêziya neteweyî de xwedî roleke mezin e.

Ez ji bo dîrok û mêjû dinivîs im..

Ez ji bo rastiyên heyî şirove dik im.

Ez ne ji bo berjewendiyên kesayetî teng dibêj im.

Ez ji bo berjewendiyên giştî û gelê kurd dinivîs im.

Ev rastî ne, ne pesin û ne jî parastina kes û aliyan e.

Ez vê nivîsê ji bo dadgeha dîroka Kurdistanê ya nûh pêşkêş dik im.

Ez li gor destpêkirina kar û xebatên siyasî ên di nava tevgera kurdî de ku ji 27 salan ve ye, min rastiyek li nava tevera Kurdistanî de dît ku ew e nemir Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê herdem wek hêvana yekrêziya tevgera Kurdî û Kurdistanî bûne.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji roja damezrandina xwe ve, tekez li ser peyrewakirina bernameya parastina yekrêziya di nava aliyên Kurdî û Kurdistanî de kiriye. Her weha nemir Mam Celal jî, wek serkirde û rêberekî dêrîn û navdarî kurd, di warê kirdarî de, ew bernameya selamndiye û xalên wê di holê de bi cih kiriye.

Bo nimûne jî, di dema şoreşa nemir Ebdurihman Qasimlo bi berdewamî li kêleka nemir Qasimlo bû. Xwedî rêbaza yekrêziya neteweya kurd bû. Ew gotin jî ji aliyê nemir A. Qasimlo ve hatiye gotin ku di heyama hevpeyvîneke taybet ya Kovara Alsayed ku bi riya rojnamevana Lobnanî Huda Huseynî li Qendîlê di buhara 1984`an de pêkhatibû.

Her di sala 1991`an de, li gel şandeyeke Başûrê Kurdistanê ku ji piraniya partiyan pêkhatibû, serdana deşta Bîqayê li Lubnanê kir û çavpêketin li gel serokê Partiya Karkerên Kurdsitanê rêzdar Abdula Ocalan kir û gelek xalên girîng bi hev re lihev kirin.

Her di sala adara 1993`an de jî, li gel alî û partiyên Bakurê Kurdistanê ku kesayetiyên wek Ahmed Turk, Hemreş Reşo û Kemal Burkay jî hebûn, dikarî li gel serokê Partiya Karkerên Kurdistanê rêzdar A . Ocalan rêkeftina agirbestê bike û riya diyalogê li gel hikûmneta Tirkiyê veke.

Dema ku Mam Celal agahiyan dide serokê Tirkiyê yê wê serdemê Turgot Ozel ku PKK``ê agirbesta yekalî pejirandiye û amade ye ku dest bi projeya aştiyê û çareserkirina aştiyane bike, wê demê serokwezîrê Tirkan Silêman Demrêla li ber kenalên ragiahndinê bi reşkawî got; Ez kok bawer nakim ku PKKê agirbestê bide ragiahdin û em ji wê yekê re ne amadene ji ber ku ev tişt kok nakeve serê mirovan ku PKKê agirbestê bide ragihandin.

Ev yek rastiya bihêzbûna çêwaza siyaset û dîplomasiyeta YNKê dide zelalkirin ku çawa herdem bûye bi hêvana yekrêzî û yekîtiya nîştimanî di nava tevgera Kurdistanî de.

Ji ber wê jî, YNKê wek aliyeke siyasî Kurdistanî gelek caran rastî aloziyên cur bi cur hatiye û bi taybetî ji aliyê dewletên dagîrkeran ve, lê her dem bi awayekî pir siyasî û Dîplomatîkî xwe ji wan aloziyan rizgar kiriye û bi serkeftî derbas bû ye û êdî rê li ber ew aloziyan bi siyasî û dîplomasiyet girtiye.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê di dîroka 1/ 6 / 1975`an de, di nava rewşeke pir nelihev û aloziyeke pir mezin ku tê de mala kurdî û rastiya doza rew ya Kurd li ber belavbûnê bû, çavên xwe li dunyayê hilanî û serîhilda û derkete holê tako ew rastiyên hene ji bo pêşeroja gelê kurd bêne parastin. Ew pêngava bi serokatiya rêbenrê nemir Mam Celal bû ku li gel hejmarek ji hevalên xwe ên destpêkê dest bi vejandina jiyaneke nû ji bo şoreşa gelê kurd kir.

YNKê ji aliyê gelek jêderên siyasî ên Kurdistanî û cîhanî ve wek aliyekî siyasî kurdî ku herdem di navbera aliyên siyasî kurdî û Kurdistanî ên nakokdar de peywendî dikir û hewilî sazkirina peywendî û aramî û aştî di navbera wan aliyan de, gelek caran jî bi serkeftî ew kar derbas dikir.

Ji erşîva PUKmedia

Hozan Efrînî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket