Çira pirsname di rûpelên min de bêhtir bûne.?

Nêrîn 04:46 PM - 2021-10-30

Roj baş Efrîn a Kurdistanî...

Hinek ji dost û heval û hogiran li ser masinjirê a taybet nerîn û têbîniyên xwe ji min re dişîn in. Bi taybet derbarê belvkirin û nivîsên min li ser kesên ku koça dawî kirine û dikin.
Dibêjin keko ev çi nûçeyên belavkirina merg û miriyan e...?
Di vê barê de mirov wê çi bibêje..? Bi rastî pirsyareke rast û di cihê xwe de ye..: Pirsyareke ji rastiya mirovan û jiyana heyî û paşrojê re ye..?
Ez ji wan re dibêj im ku rewşa nelibar a ku li Efrîna Bihişt - Efrîna Sêwî  a bêkes bû ye sedema wê yekê. Ez ji dil i ji hizrê xwe bi zelalî dibêj im ku beriya dagîrkirina Efrînê rêjeya mirinê li Efrînê ne wek ya niha bû.
Wek hemû kes dizane ku Efrîn bi serê xwe navçe û warekî aram bû, herêmeke bêdeng û bê kêşe bû. Xelkê wê li kar û îşên xwe bûn. Aram û hêmin û aştîxwaz bûn.

Efrîn û Efrînî di hemû jiyana xwe de, ti rewşên wiha nedîtine, ti carî wiha bi serê wan nehatiye, ew herdem xwe bi azad û serbest dizanin û gelek caran berxwedan tomar kirin û şer û ceng kirine, lê ev bi serê wan nehatiye ku pêxwaseke rût û reş rabe desthilat û fermanên xwe bi ser wan de bicih bike.

Tiştên wiha qet nebûne di dîroka berê û ê derbasbûyî de, Lê mixabin îro tiştên ku li Efrînê bi serê xelkên me dibin, di dîrokê de wiha nebûne. Ev jî dibe sedema ku her roj em nûçeyên mirin û koça dawî ên kesên nêzîkî xwe û ên naskirî bibhîsin û bi riya rûpela xwe serxweşiyê û sersaxiyê bikin.

Hozan Efrînî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket