37 sal berê stêrkek ji ezmana wêjeya kurdî hate xwerê

Nêrîn 04:54 PM - 2021-10-23
Helbestvanê nemir  Cegerxwîn

Helbestvanê nemir Cegerxwîn

Helbesdtvan û siyasetvan û civaknasê kurd ê pêşketî mamoste Cegerxwîn ku navê wî yê kutik Şêxmûs Hesen e, bi kar û xebatên xwe bû stêrka li ezmana şîn a wêjeya resen û netewî a Kurdistan bû ku hate xwerê.

Mamoste û helbestvan û siyasetvanê navdarê kurd CîgerXwîn rastiya çanda kurdî ya resen Parast û ji neyaran re zelal kir ku ew nikarin ti carî resentiya çand û hunera kurdan ji nav bibin.
Ev 37 salin siyasetmedar û helbestvanê navdarê gelê kurd ji nava me barkiriye, lê têgeh û Raman û tekoşîna wî her di dil û hizrê me de Roj bi Roj tê vejandina.
Hêjayî gotinê ku Seydayê CîgerXwîn di sala 1903 li bajarê Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê jidayîkbûye û piştre derbasî binxetê bû ye û di yekemîn partiya kurdî de kar û xebat kiriye,  Di  dema ku fişarête rêjîma Sûriye li ser wan berferehtir bû, ligel endamê destroya damezrêner ya Partiya Demokrata Kurdistanê Dr. Xelîl Mihemed Ebdula derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê û Bexdadê dibin û di radyoyê de di beşa kurdî de Dest bi xebatê kir, piştre derbasî Siwêd dibe û 22/10/1984`an koça dawî dike.
Hozan Efrînî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket