Nivîsa min ji dîrokê re;"Mam Celal sembola netewe ya Kurd e"

Nêrîn 03:19 PM - 2021-10-01

Armanca min ji nivîsa pitûkê re
Ez vê pirtûkê ji bo dîrok û mêjû dinivîs im.
Ez ji bo rastiya rêberekî Kurdistanî şirove
dik im.
Ez ji bo berjewendiyên giştî û jib o nifşên
pêşeroja gelê kurd dinivîs im.
Ez ne ji bo berjewendiyên kesayetî teng dibêj
im û dinivîsem.
Ev rastî ne, ne pesin û ne jî parastina kes û
aliyan e. Ji ber ku ev nivîsa min piranî ji nêrîn û
peyam û nameyên serok û serkirde û ronakbîr û
nivîskarên kurd û navnetewî ne wek belgeh we
ye.
Ez vê nivîsê ji bo dadgeha rasteqîne ya
dîroka kurd û Kurdistan a niha û pêşerojê
pêşkêş dik im.
Di vê pirtûkê de, min li gel nivîsa xwe û
bîrdoz û nêrînên xwe li ser Mam Celal û rola wî
a dîrokî di xizmetkirina doza gelê kurd de,
hinek nûçe û raportên nûçeyî yên di malpera
PUKmedia`yê de lihevanî û min amadekariyeke
guncaw kir tako ez rastiyên ku li ser zimanên
berpirsên siyasî û deplomatîkî û kesayetî û
ronakbîr û zanayên Eurd, Ereb, Tirk, Faris,
9
Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd
Ewropî û Amerîkî û biyanî bi giştî nîşana dîrok
û nivşên nû bidim.
Armanca min ji vê pirtûkê ew e ku
kesayetiyekî mezin ê kurd wek Mam Celal
pêwîste her dem bê ser ziman û nivîs tako
mirov bikaribe sûd ji ezmûna wî ya di
karûbarên siyaset û deplomatîkê de wergire û di
zanîngeh û dibistanên Kurdsitanê de li ser
bixwînin.
Her mirovek di dema kar û xebat û tekoşînê
de rastî çewtî û kêmkurî û şaştiyên cur bi cur
dibin, lê ev naye wê watayê ku mirov bi yekcarî
bîne xala jinabirinê an jî biçûkkirinê wek Lînîn
di gotineke xwe de digo;“Ew kesê ku şaştî
nekiriye hîn ji dayîka xwe nebû ye, lê dibe
mirov şaştiyan serrast bike û sûd jê wergire”.
Gelek car min vîdyo û gotarên Mam Celal
şopandî ku piraniya wan têgeh ji resentiya kurd
û Kurdistanê ye, ew ti carî xwe bê care nekiribû.
Her dem dilgeş û rûgeş û xwedî ken û moral
bilind bû.
Ew gelek caran rexne li xwe jî û hevalên xwe
jî digirt, li Parka Azadî de Qada Azadî ava kir û
di daxuyaniyeke xwe di wê bare de kun emir
Şêrko Bêkes jî amade bibû got; "Ev qad jib o her
kes tê de bi azadî û serbestî nêrîn û têbînî û
rexneyên xwe li hemberî berpirs û serkirdeyan
10
Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd
bîne ziman heya ku ez bim jî rexneyên xwe
bînin ser ziman."
Her weha helbestvanê bi tiwane Şêrko Bêkes
jî derbarê rastiya têgeha demokrasî li cem Mam
Celal ji min re aşkire kir ku Mam Celal kesekî
nimûneyî kurd e ku dikare baş guhdarî ê
hemberî xwe û bi taybet tekî kurd bike û piştre
bersiv bide û li ser her kêşe û aloziyekî zû bi zû
biryar nedida, lê piştî ku baş lêkolîn û lêpirsîn
bikiraya, piştre biryar dida û riya çareseriyê jî
amade dikir.
Ez li gor destpêkirina kar û xebatên siyasî
yên di nava tevgera kurdî de ku, ji 1992`an ve
ango nêzîkî 28 salan ve û heya roja me ya îro,
min rastiyek li nava tevgera Kurdistanî de dît
ku, nemir Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê herdem wek hêvana yekrêzî ya
tevgera Kurdî û Kurdistanî bûne.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê serbarê
şaştî û çewtiyên wê di dema kar û
pilannameyan û çawaniya reng û cih û dema
peywendiyan de, lê bi awayeke giştî, hilgirê
rêbaza Mam Celal e di yekrêziya gel û neteweyî
de, xwedî roleke mezin e, her dem palpiştê
aliyên ramyarî (siyasî) yên perçeyên din ên
Kurdistanê bû ye, ev yek rastiyên wê hene, li
ber çavan re derbas dibe û ti kes nikare wê
rastiyê nepejirîne, ji ber ku ew milkê dîrokê ye.
Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku hilgirê
Reman û bîrdoz û rêbaza rasteqîne yê rewanşad
serok Mam Celal e, ji roja damezrandina xwe ve,
tekez li ser peyrewakirina bernameya parastina
yekrêzî ya di nava aliyên Kurdî û Kurdistanî de
kiriye. Her çiqas tewrî be jî, lê li ser bingeha
rastiyan bû ye û hevkarî û alîkariya ku îro
pêşkêşî şoreşa Rojavayê Kurdistanê dike nîşana
wê yekê ye.
Têbînî; Ev gotina min a di destpêka pirtûka Sembola Netewî ya Kurd yê min

a derbarê rewanşad serok Mam Celal de ye, ku ji weşana PUKmedia`yê ye...
Hozan Efrînî


zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket