Mamoste Nebî kes ji Efrînê heye nasneke..?

Nêrîn 03:40 PM - 2021-09-28

Mamoste Nebî kes ji Efrînê heye nasneke..? ku tevahiya jiyana xwe di xebata xwendin û fêrkarî û wanedan û perwerdekarî de derbas kirbû.

Mamoste Nebî ji gundê Kefirsefrê ye û xwedî navûbaqngekî baş û resen e ku di hemû jiyana xwe de, hez li rastî û projeyên xizmetkirina bi civaka sivîl û bi taybet perwerdekirina nifşûên nû bû.

Ew li gel Apê min Erifê Mihemedê Murşid li bajaroka Tirmanînê a Udlibê diwand in û hevalê hevî dibistanê bûn. Peywendiyeke wan dilsozî û rêhevaltî û pir bihêz hebû, her ez ditîtim, ji min re digot, ez û apê te Erif pir dost û heval bûn, em bi hev re dirust û rêzdar bûn, min û wî bi hev re hevsoziya xwe di dibistanê de derbas dikir û em wej sêvekê bi hev re we bûn. Gelek kesan we dizanîn ku em birayê hev in, lê paşnavê me ne wek hev bû, ji ber wê jî, êdî dizanî jî bi riya paşnavê me dizanî ku em tenê cîranê hev in.

Rojekê ji min re got, ezê îro wer im cem kalkê te Hec Mihemedê Murşid, min jî agahdarî kalkê xwe kir û ber heêvarê hat û li hewşê rûniştin û heşa kalkê min pir fereh bû. Deriyên hewşê li ser du cadayan bû piştre jî bû li ser sê cadeyan ku yekek ji hewşên herî stratîjîk ên li bajarê Cindirêsê bû. Ji kalkê min re got, mixabin ji nexweşketina Erifê we re , em pir dost û hevalê hev bûn. Kalkê min jî, wiha got; Ez dizanim û ez jî çendîn car dihatim cem we li dibistana Tirmanînê. Erif jî ew gotina te dikir min her carê bangê te jî dikir tako eger pêwîstiya te bi her tiştekî hebe ku em wek yek malin û mirovê hev in.

Kalkê min Miheemdê Murşid pir rêz li mamosteyê min Nebî digirt û her tim bi başî çêra wî nemirî dikir û digot; Armanca mamoste Nebî tenê pêşxistina asta perwerdeya xwendekaran e û ev yek pîroz e.

Mamoste Nebî yek ji mamosteyên Efrîûnê û Cindirêsê ê herî rasteqîne xwedî li perwerdekirina xwendekaran derdiket û bi dilsozî xebat ji bo vejandina zanist û pêşxistina civaka civîl û bilindkirina asta xwendinê di nava civaka Efrînê de.

Ew demeke ji nav me barkirî û par sal jî hevjîna wî jî li Şahbayê bar kir û berê xwe daye cîwarê mamoste Nebî..
Rewan pak û rewan şad bin
Cihê wan beheşta Berîn be

Hozan Efrînî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket