Doza rewa û dadwerên ne rewa …?

Nêrîn 06:10 PM - 2021-08-30

Doza rewa ango xewendarî li mafên rewa û dadî derketine,û li hemberî ne rewa bûnê tekoşîn û rêbaza bi dîmokrat bûn, û derxistina rastîyên kû veşartîne,,lê eger mirov pir bi zirav li dîroka gelan sêr bike, wê gelek tiştên sêr û semer  bibînin, bi taybet di derbarê maf û azadî û doza rewa de,li nav baxçe û zevî yên dadwerên ne rewa de.

 Di roja îro de ,bêtir li 231 welat kû ji hêlî saziya welatîyên yekgirtî ve têne naskirin û bi fermî den pê didin, herwa hindek welat ji wan  hene 50 hezarî derbas nake û endame li (UN) de, lê mixabin mîletî kurd  kû 50 milyûn derbas dike ,ne tenê ne endame, herwa navjî di listên wan re derbas nabe .

Ev rûreşîya dadwerîya sîstema navnteweyî nîşan dide

Kû çend bi rewa û wek hevî kar û barên xwe yên dîrokî birêve dibe,jiber kû mafên 50 hazar kes heye jibo bibe bi dewlet, lê mafê 50 milyûnî nine bibe bi xwedî maf û jiyaneke azad wek hemû gelên din…

Başe mafê gelan çawa ye yan çawa dest pê dike û çun bi dest dixin. Eger bi çek û şerr be ji  kurdan bêtir kesî jibo azadîya xwe şerr nekirîye, eger bi xizmet û alêkarîyê gelên cîran û direwse  be,disan jî kesî ji gelê me bêtir nekirîye,eger bi aştî û dîmokratî jî be hîç kesikî ji me bêtir ew rêbaza bi gurî yasa û magezagonên navneteweyî ci be cê nekirîye.

ma gelo  gelê me û çibike ta kû bikaribe bibe bi endameke normal di nav sîstem û rêdana jiyanî ya gelên cîhan…?.

Ma gelo tewan li ser kêye …emin yan dijbere…?.ma gelo derfetike baş wek gelên dinî li cîhan , ji gelê kurd re çê bibe yan na…?eger çê bû bizava rizgarîya neteweyîa kurd li her çar perçên welat wê çiqas jê re amede bê ,…?.

Lê lê mixabin her derfetik kû çê bûye yekser neyarên me dest ji hemû nakokî û dijberîyên xwe berdane ,û li ser tinekirina gelê kurd li hev hatine, û şûrên xwe dane ber milên gelê me, ji serdemên selcûqî û osmanî û ta sefewî, lê herdem jî dadwerên rojavay ve hatîye dadgekirin û di dawîyê de kurd bûye bi qurban berjewendîyên tesk yên welatên rojavayî , çi Firansa, Birêtanîya, Rûsîya,û bi taybet  Amerîka , ji ber kû roleke mezin û ne rewa hebû di peymana cezayîrê de û di têkdana şoreşa neteweyî gelê kurd li başûrê welat bi rêberetîya rihmetî nemir mile MIstefa Barzanî de…

herwa bûyerên kû di dîroka borî de qewumîne nîşanê wê rastîyê ne,

Îro roja ser li nûve li xwe vegerîne, jibo derxistina  wan rastîyên  kû hindayî bi bûn, sîstema berê ya cîhan têk çû û sîstemeke nû hate hole, gelek welatên bi çûk û gelên bê maf bûn bi xwedî dewlet û maf û azadî, lê gelê me bû bi armanca çakûç û sindan ,li başûr piştî bi hazaran qurbanî dan ji komkûjî bi komal ta enfal û kîmye baranî, teze di bin navên cur be cur de ta kû ev deskeft hate bi destxistin. Lê careke din çavên neyaran teng bûn, û dest bi xwandina ayetên qirkirina gelê kurd kirin, rijîmek  di bin nave hebûna aliyeke siyasî kurdî de gefan dike, û rijîma Sûriyê jî virda wê da xwe lib a dike, ji bo ew şofînîyeta xwe ya dîrokî li dijî gelê kurde bîne hole,û beşeke xwe li kûştina kurd da de hebe,  herwa rijîmek jî bi nave firotina petrolê ya Kurdistanê gefan dike, kû her çend kurd jî di serwerê wê da jî ci digirin lê diyare ereb bi hêztire .

Eger em van nêzîketîyan berçav bikin jimere  rastîyên nû derdikevin hole, kû evin,

-Amerîka û Rûsiya ser ji nûve ketine nava milmilanî û ferehkirina sînoran.

-Careke din cemser têne avakirin, lê mixabin kurd têda çî nagire…

Lê mixabin jibo mijara doza rewa a gelê kurd , ta niha ne kongirek yan jî giftugoyek çareserî nebû ye, îro li her çar aliyên Kurdistanê rewşa gelê kurd ne aram e, herdem di bin fişar û gefan de ye,  ji ber kû gelê kurd xwedîyê doza rewa ye, û doza xwe  li ser masa dadwerên ne rewa de têne ,dadgehkirin.ev jî dibe bi sedema kû doza rewa li ber çavên neyaran bi terror û bi eşqîya were jimartin, lê dîrok û felek wê her carekê bibin bi xwedî wîjdan û dadwerên ne rewa ji ser masa dadgehîyê dûr bixîne û gelê kurd êdî bi be bi xwe maf û azadîya xwe

Hozan Efrînî


zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket